Pirojeya “rêya kenîzeyan” û Şî’ekirina Şengalê û deşta Nînewayê

Pirojeya "rêya kenîzeyan" û Şî'ekirina Şengalê û deşta Nînewayê

Hejmareke Rêxistinên Mafên Mirovan û yên parastina Ol û Kemeneteweyên li Îraqê, li himber pirojeya hÎlala Şî’î ku Îran û dardestên xwe yên li Îraqê û Kurdistanê dixwazin navçeyê pê bi guherînin, bang li civaka navdewletî kir ku bilez hengavan bihavêje.

Her yek ji rêxistinên:

Bergirîkirin ji dûvketiyên ol û mezheban li Îraqê

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan

Rêxistina Îraqî ya serbixwe ji bo mafên mirovan li Swêdê

Navenda Îraqî ya Kenedî ya mafên mirovan

Peymangeha Kurdî ya Lêkolînan

Bang li hikûmetên xwecihî û civaka navdewletî kir ku li dijî pirojeya bi navê “Rêya Kenîzeyan” ku di esas de yek ji navên pirojeya “Hîlala şî’î” ye derkevin holê û rê li wan guherînên demografî bigirin ku Îran û dardestên wê yên li Îraqê û Başûrê Kurdistanê anku heşda Şebî û rêxistina PKK ê encam didin.

Van rêxistinan amaje bi xetera vê pirojeyê kir ku bi sedema wê, ol guherîn, Şî’egerî û koçber kirina bi zor û guherînên demografî li navçeyê tên encam dayîn, bi taybet li deşta Nînewayê û Şengalê.

Dest nîşan kirine ku Îran vê yekê bi rêya dardestên xwe yên li Îraqê û Sûriyê bi cih tîne û ol û pêkhateyên Êzdî, Saîbe, Ermen an hedef dike.

Li gorî van rêxistinan ku tev xeteriyên vê pirojeyê di beyaneke nivîskî de eşkere kirine, dardestên Îranê li navçeyê bi taybet li şengalê û deşta Nînewayê şêniyan neçar dikin ku ol û mezheba xwe biguherînin, wan koçber dikin, qetil dikin.

Van rêxistinan nexşeya pirojeya rêya Kenîzeyan wiha par vekirîye ku ev rê di Askî Mûsil re dest pê dike, piştre bo navçeya Wane, Hawî Kenîse, piştre bi aliyê Tlefer û Şengal û Rebîe li Rojava Mûslê, piştre bo Bab Şilo û Til Rîm û Xanesor û Ebre Şaxre û Sinûnê û bare.

Herweha dibêje: tev şêniyên van navçeyan ji olên Kiristîyan, Tirkuman, Şebek û Êzdî ne û evê yekê zirareke herî mezn li wan xistiye.

Di beşeka din ya beyana xwe de, van rêxistinan eşkere kir ku hinek aliyên ser bi Îranê dixwazin vê pirojeyê bi cî bikin bi hinceta wê yekê ku ev proje û nexşe amanc jê lekolîneke zansitî ye, lê belê di rastî de amanc jê eve:

-Bê guneh kirina Milîs û hêzên ser bi Îranê li navçeyê.

-Çêkirina qudsîyeteke dîrokî.

-Berevajî kirina rojevê di medyayê de ku rastiyên dîrokî li jêr hinek nav û siloganên cuda bipeçinin.

-Rêxweşkirin ji bo guherandina nasnameya netewî û olî ya van navçeyan.

-Bikaranîna navçeyên koçber krî û yên bi zor ji şêniîyan hatine vala Kirin ji bo ku Milîs lê werin bi cî kirin, mîna şengalê ku Heşda Şebî û çekdarên PKK ê têde cî girtine.

-Şîegerî weke alternativ ji bo şêniyên van navçeyan were pêşnîyaz kirin.

-Çêkirina rewşeke weha ku şênî li ser esasê taîfî reftarê bikin û taîfgerî cihê qanûnê bigre.

Van rêxistinan li dawiya beyana xwe gotiye: pirojeya rêya kenîzeyan beşeke dine ji zincîreya leyistina bi çarenivîsa Îraqê û pêkhateyên wê, lewma wan bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî kirine ku li dijî vê hengavê derkevin û rê li ber pirojeya Hîlala Şî’î bigirin yê ku Îranê û dardestên wê li ser hesaba gelên navçeyê li jêr navên cuda dixwaze bi cî bike.

Pustên heman beş