Serokê Îranê, îro êrîşê serokê Amerîkayê kir û ragihand ku Donald Trump di hilbijartinan de şkestin xwar û piştre gel teşvîq kir ku êrîşa ser baregeha kongirêsê bikin, Rohanî got: Trump terorîstek dîrokî ye.
Hesen Rohanî îro roj çarşemî 13/1/2021an daxuyanî da, li derbara rojeva Amerîkayê got ku Donald Trump di hilbijartinan de şkest û ew bi handana gelê Amerîkayê ji bo êrîşa ser baregeha kongirêsê sûçdar kir.
Rohanî got: Trump di xwest Îranê bi 3 mehan bi herfînin, lê belê ew bi xwe herifî.
Serokê Îranê herwiha li vê derbarê de got: Donald Trump û tîma wî bi dirêjahîya dema seroktîya xwe, li dijî Îranê tevgerîyan, lê belê em bi piştrastî ve dibêjin ku siyaseta dorpêça abûrîya Amerîkayê şkestin anî û ewên ku ev siyaset kirîn ne tenê şkestin belku jiyana wan ya siyasî bi dawî bû.