Çavkaniyek leşkerî a Îsraîlê îro roja çarşemî 13/1/2021an, di germe germa amadebaşiya ku Îsraîlê li dijî her livîneke bi guman li ser sînorên xwe ên bi Libnanê re encam dide, nerînên xwe di vê derbarê de tekez kirin û da zanîn ku hêzên Îsraîlê di rewşa amadebaşiyê de ne û li benda her livîneka Hîzbollah ê ne li ser sînorên xwe daku berisva wan bide.
Vê çavkaniyê ragihand: “her livînek ji hêla Hîzbollah ê ve wê bi êrîşek gelemperî li ser hemû cihên wan ên li Libnanê de bi dawî bê.”
Tekez kir, “Hîzbollah hêjan tekoşînê dike di berdêla yek ji endamên xwe yê ku di êrîşên îlona rabûrî de di hundirê sûryê de hatbû kuştin, leşkerekî me desteser bike daku bi vê rê yê plana xwe ya (bersiv ji Libnanê li şûna êrîşa Îsraîlê li ser pêgehên wê li sûryê) cîbicî bike.
Êrîşên asîmanî li Sûriyê
Ev çavkaniya leşkirî ê Îsraîlê derbara êrîşên asîmanî yên li dijî mîlîşyayên ser bi Îranê ve di hundirê sûryê de jî dibêje: “Îsraîlê êrîşên xwe yên asîmanî li sûryê zêde kirîne û wê ev êrîş berdewam bikin. Hejmara van êrîşan di niha de di dema 10 rojan de, 3 êrîşin, lê belê pêş niha her sê hefteyan yek êrîşa asîmanî bû”.
Îran bê hêz bûye
Vê çavkaniya leşkirî ya Îsraîlê îhtimala tundbûna pevçûnên leşkirî bi berçav girtina vê rastiyê ku Tehran paş kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Quds a supayê pasdaran bê hêz bûye, bi dûr zanî.
Tevî vê yekê tekez kir Îranê salvegera terorê derbas kir lê belê ji avêtina moşek yan dironên bombekirî ji Îraqê ji boy bersivdayîna vê terorê pûşman nebûye.
Wî got ku “navçeya el Qaîm a Îraqê, cihê mûşekên dûr avêje. Her wiha hinek mûşek li Yemenê hene ku dibe bigihîjin bajarê Elate ku ji ber vê yekê, li vê dawîyê sîstema patriot li wê derê hatiye bicîkirin.”