PKK e li sînorê Çemankê tê bombebaran kirin

PKKe li sînorê Çemankê tê bombebaran kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, îro êrîşê PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û liv û tevgerên çekdarên rêxistinê li sînorê navçeya Çemankê hedef kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 14/1/2021an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kir û aqarê gundên navçeya Çemankê bombebaran kirin.

Dest nîşan kir, êrîş li sa’et 3:00 serê sibehê pêkhatîye û balefiran nuqteyên PKK ê li di nêvbera aqarên gundên Xaleta û Baxîrê de li navçeya Çemankê ya devera Gare hedef kirine û yek roket lê xistîye.

Rêxistina PKK ê ji bo ku çekdarên xwe ji êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê bi parêze, hereketa çekdarên xwe xistîye nava gund û nêzî bajarokan, PKK e evê yêkê bi sîstmatîk encam dide bi amanca wê yêkê ev gund werin valan kirin û bibin qada şer.

Pustên heman beş