Komên çekdarên girêday Tirkiyê, nêzî 10 kesan desteser kirin ku pêzanîn û agahî didan Hêzên Sûrya ya demokratîk HSD ê.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, komên çeteyên girêday Tirkiyê ji girûpa Hemze, 8 kes ji bajarokê Serê Kaniyê yê Rojava Kurdistanê desteser kirin û tuhmeta pêwendî kirin û gihandna pêzanînan bo HSD ê dane pal.
Her wiha dest nîşan kir, hinek ji wan kesên ku hatine desteser kirin, di rêzên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dene û di berê de di nava rêzên Hêzên Sûrya ya demokratîk de bûn.
Li gor nerîngeha Sûrî, ev kes ji gundê Mirîkês yê gundewarê Serê Kaniyê hatine desteser kirin û çarenivîsa wan nediyare.