Lofîgaro: PKK e xeterek ciddî ye li ser Başûrê Kurdistanê

Lofîgaro: PKK e xeterek ciddî ye li ser Başûrê Kurdistanê

Rojnameya Lofîgaro ya Frensî, raporek li ser niyazên Ardogan parvekirîye û têde wiha nivîsandîye: “sala 2021an, wê sala befirehxwazîya herêmî be ji boy serokê Tirkiyê, Ardogan êdî tenê bi êrîşên hewayî li ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê razî nabe, wê hinek hengavên din avêt”.

Rojnameya Lofîgaro ya Frensî di raporekê de ku li dawîya sala rabûrî 2020 parvekirîye gotîye ku serokê dewleta Tirkiyê niyazên berfirehixwaziyê li sala 2021an hene, piştî ku li sala rabûrî destwerdan di her yêk ji Sûrya, Lîbya û Qefqazê de kirî, di îsalê de jî wê berê xwe bide Îraqê û Başûrê Kurdistanê.

Vê rojnamê nivîsandîye: “Ardogan êdê tenê bi êrîşên hewayî yên li ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê razî nabe, arteşa Tirk wê hejmareke din ya operasyonan li jêr navên cuda li vê herêmê pêk bîne û wê pêgehên xwe yên leşkirî jî zêde bike”.

Lofîgaro dibêje: “Ardogan dê van êrîşan bi hênceta çekdarên rêxistna PKK ê li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne”.

Di beşeka din ya vê raporê de amaje bi destwerdanên Tirkiyê di her yêk ji dewletên Sûrya, Lîbya, Ermenistan û Qubris û Yewnanistanê de jî kirîye û gotîye ku hevpeymanên Tirkiyê pir ji vê dewletê acizin û ew gihîştine wê baweriyê ku êdî lihevkirin li gel serokê partîya Dad û Geşepêdan nemumkîne were encam dayîn.

Pêgeha Darka Mazî li sala rabûrî raporek li derbara nexşerêya PKK ê û Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê parvekirbû û têde eşkere kirbû kanê PKK e bi tu awayî behaneyan dide destê Tirkiyê ku leşkerkêşiyê bo Başûrê Kurdistanê bike û bi tu awa deverên Başûrê hêdî hêdî ji bo arteşa Tirkiyê çûl dike.

Pustên heman beş