PÎLANEKE PIR XETER JI BO DIHOKÊ AMADE KIRÎYE
Her ku diçe pêtir ew sozên Ocalan dayî dewleta Tirkiyê di çarçûvê Mîsaqa Millî ya Tirkiyê de dikevin warê piraktîkayê de, roj bo roj rastiya PKKê a paş girtina Ocalan derdikeve holê û diyar dibe ku ev PKK ya niha bi tu awa ew PKKe nîye ya ku silogana Kurdistana azad bi dengek çiyayî û blind distirî, diyar bû ku giropa Enqere yê dinava PKKê de axaftina yekê û dawyê her ji devê wan tê derê û ti kes û aliyek din nikare rê li wan û pîlanên wan ku ji îmraliyê tên servîskirin û li Qendîlê tên cîbicîkirin bigre, her ku diçe pêtir diyar dibe ku grûpa Enqerê dixwaze giyanê Kurdistana azad li ser çi cure agirek dijwar û gur bişewtîne.
Siyaseta PKKê ya radest kirina xaka başûrê kurdistanê ku di çarçûvê Mîsaqa Millî ya Tirkiyê de bi agahdariya dewletê û grûpa berniyas di nava PKKê de bi grûpa Enqere yê tê cîbicîkirin, van xebatan li rojên derbasbûyî û paş destpêkirina êrîşa mezn ewa Tirkan navên “heywanan” lê krî destpêkir, pîlana PKKê û dewleta Tirk hindik maye bikeve di qonaxên xwe yên dawyê de, li gor wê pîlanê, beşekî mezn ji xaka başûrê Kurdistana azad bi taybet navçeya “Behdînan” wê bikeve di destên qirêj yên dewleta Tirkiyê de, ya rast ev pîlana dewletê digel PKKê ji çiwar qonaxan pêk tê, du jê hatîne cîbicîkirin, û dû qonaxên pir xeter mane taku pîlan bi temamî were cîbicîkirin.
Pêgeha “Darka Mazî” karî hinek agahiyên herî taybet li derbara pîlan û nexşerêya PKKê û Tirkiyê ji bo başûrê wilat bi dest bxe, taybet paş dest pê kirina êrîşa 15 vê mehê ya bi navên “pencên Baz û Piling”, li gor vê pîlanê, PKKe zaten dixwaze dewleta Tirk kêşî bajarokên başûr bike û navçeya Behdînan bike navçeyeke eskerî.
SÎNORÊ NAVÇEYA BEHDÎNAN Û BAKURÊ KURDISTANÊ
Pêş ku wan agahîyan ber çav bikîn, emê hinek pêzanînan li derbara erdnîgariya navçeya Behdînan bi taybet parêzgeha Dihokê bidin û kanê PKKe û Tirkên faşîst li kîjan navçeyan cî digrin:
Parêzgeha Dihokê nêzî 140 kîlometran digel Bakurê kurdistanê sînor hene, paş ku PKKe ketîye nava başûr û pêgehên xwe li wir bi cî krî, navçeya Behdînan weke pêgeha hêza xwe ya sereke destnîşankir, niha baş diyar bibe ku çima PKKê paş girtna Ocalan digot: “me sînorên dinavbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de rakirin”, PKKê ji başûr sînor bo Bakur bezand û rêyeke navdewletî ji bo xwe çêkir daku bikare bi rêya vê rêkê her tiştî bi serbestî û keyfa dilê xwe li virr bibe wir û li wir bîne vir, PKKê ev rêye ji bû hatin û çûna gerîlayan her weha anîn û birina çek û maddeyên hişber bikar anî, anku weke dergeheke stratejîk.
Dibe hinek kes û alî vê pirsê bikin, gelo çima başûrê wilat rê dide PKKe vî karî encam bide û bi keyfa dilê xwe li başûr tevbigere bê ku kesek hebe lêprisînê digel bike?!
Berisva vê pirsê pir hêsane, PKKe baş fêm dike ku Mes’ûd Barzanî şerê birakujî heram kirîye û bi tu awayî naxwaze xuyna kurdan bi destê birayên wan yên kurd were rêştin, lewma PKKe îstixlala vê helwestê kirîye, ger na PKKe baş fêm dike hihger şerê birakujî yê rûbide, wê çi fermanek bi serê wan were.
EV PÎLAN BI 4 QONAXAN BI CÎ BIBE
Qonaxa yekê:
Li gor lihevhatineke berê ya dewletên Îraqê û Tirkiyê, nêzî 30 qerqol û nuqteyên Tirkiyê li başûrê kurdistanê hatîne danan, 10 jê li Zaxo, 15 li navçeya Berwarî Bala û Kanî Masê, her wiha 5 li Nêrwe Rêkan, Doskî jûrî li navçeyên Amêdî û Şêladzê, li van qereqol û nuqteyên ‘eskerî ev corên çekan hene, tank, top, diron, qamîrên eskerî yên te’qîbê yên herî moderen, wate serbazgehên Tirkan li 3 goşa sînor ya başûr, Sûriyê û Tirkiyê û heya digehe avaşîn hatîne tesbît kirin.
Weke me bas lê krî paş ku PKKê başûr ji bo encamdana hinek pevçûnên biçûk li ser sînor bikaranî, ev yek bû sedem ku Tirk wan qereqola li başûr ava bike, piştre PKKê dest avêt bi cî bi cîkirina pîlanê, wexta ku hinek êrîşên biçûk li ser wan nuqteyan pêkanîn û Tirkiyê di bersivê de rojane êrîş li ser wan navçeyan pêk anîn li vir jiyan zehmet ket û xeterî ket ser şêniyên gundan.
Qonaxa didûyan:
Li dawiya sala rabûrî dest pê kir, PKKê li vê qonaxê de berdewam dewlet bi hinek êrîş û şerên biçûk îstifzaz dikir ku mirov dikare navê leyistokên zarokan li wan pevçûnan bike, wek avêtina du gulleyên kilaşînkofê, yan gulle hawenek, eve jî bû sedem ku Tirk bi awayekî raste rast tedaxulê bike û were nav xaka başûr de, gelo li vir çi çêbû?
Bersiv eve: PKKê bêy şer 15 KM ji xaka Başûr da destê dagîrkaran bi taybet deverên Gulî û Sindiyan.
Qonaxa sisêyan:
Mirov dikare dest pê kirina vê qonaxê ji bo wexta hewildanên PKKê ji bo kuştina xebatkarê qunsolxaneya Tirkiyê li Hewlêra paytexta Kurdistana azad bizîvirîne, piştre encam dayîna hinek êrîşên partîzanî li ser nuqteyên Tirkiyê.
Ev qonaxe pir xetere û hindik maye bi temamî bikeve di qada bi cî kirinê de, dewleta Tirk li 15 vê mehê êrîşa ser PKKê bi navê “Penca Baz û Penca Piling” dest pê kir, ji wê demê PKKe bi awayek sîstematîk şûnde vedkişe û nêzî gund û bajaran bibe.
Xetere ya vê qonaxê eve ku her ku diçe şer nêzî bajarokan bibe, lewma li rojên pêş me devera Berwarî bala heya digehe çiyayê Metînî wê bibe meydana şer û bikeve destê Tirkan, wate ji çiyayê Metînî heya Kanî Masê wê bikeve dest dagîrkeran.
Qonaxa çaran:
Di qonaxa çaran ya pîlana PKKê û Tirkiyê de, rûberekê din yê navçeya Behdînan wê bibe meydana şano ya pevçûnan û arteşa Tirkiyê wê têde cî bigre, anku ji çiyayê Kelha Şabanê heya digehe hindavî navçeya Batûfê wê bikeve destê Tirkan.
Bi kurtî mirov dikare bibêje bi cîbicîkirina vê qonaxê wê: Zaxo, ameda heya Dihokê jî wê bibe navçeyeke eskerî di dest Tirkiyê de.
ENCAMÊN PAŞ VÊ PÎLANÊ WÊ ÇI BIN?
Dikarîn derencama vê pîlana PKKê û Tirkiyê bi hinek xalan bas bikîn:
1- Derbeder bûna şêniyên gundên van navçeyan ji bo bajar û bajarokan.
2- Zêdetir xerab bûna rewşa abûrî ya başûrê wilat, bi taybet ji rûyê çandiniyê ve ku zirareke herî mezin wê bi kerta çandinîyê bikeve.
3- Zîyanên leşkirî wê bi herêma başûrê kurdistanê bikevin.
4- Beşekî mezin ji xaka Kurdistana azad wê bikeve dest dewleta Tirkiyê.
Xala sereke û ji hemûyan giringtir û pir xeter li virr PKKe ye, PKKe paş dagîrkirina wan navçeyan wê bi kuderê de biçe, wê steyca şano ya cenga xwe li ku derê bicî bike daku di demên pêş de wê derê jî teslîmî dewletê bike.
PKKê bi tu awa Bakurê Kurdistanê bi cî hişt û derbasî başûr bû, êdî nikare li van navçeyan jî bimîne û wê xwe vekêşe di nav bajar û bajarokan de, li wê demî jî şerên mezin wê çêbin û ev bajêr û bajareke wê bikevin ber êrîşên Tirkiyê, wate dubare kirina sînaryo ya rojava û kanê bi tu awa PKKê rê ji bo dewleta Tirkiyê xweş kir ku bajarên rojava yek bi yek dagîr bike.
Pêgeha “Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe, bi dehan mijar li derbara pîlanên qirêj yên “PKKê û Tirkiyê” jibo dagîrkirina xaka başûrê wilat weşandine û kanê bi tu awa PKKe navçeyên başûr hêdî hêdî bê şer radestî Tirkên faşîst dike, lê belê her carê pêgeha me ji aliyê alîgrên PKKê bi sîxor û xebatkarên MÎTê dihatin sûçbar kirin.