Dû teqînên mezin îro li navenda bajêrê Bexda paytexta Îraqê çêbûn, nêzî 30 kesan hatine kuştin û birîndar kirin.
Îro roja pêncşemî 21/1/2021an, bombeke çandî li yêk ji navçeyên pirî qerebalix yên Bexdayê teqiya û piştî ku xelk li ciyê teqînê kombûyî, kesekî bi kemera TNT kirî xwe teqand.
Çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirine, li gor amarên destpêkî 10 kesan canê xwe ji dest da û nêzî 20 kesên din birîndar ketine.
Teqîn li meydana bin navê Teyeran ya navenda Bexdayê li nêzî navçeya navdar ya bi navê Bab Şerqî çêbûye, hêzên ewlehiyê dorbera navçeyê girtine.