Teqînên Bexdayê 32 kuştî û 110 birîndar li paş xwe hiştin

Teqînên Bexdayê 32 kuştî û 110 birîndar li paş xwe hiştin

Dû teqînên mezin îro li navenda bajêrê Bexda paytexta Îraqê çêbûn, 32 kes hatine kuştin û 110 kes birîndar bûn.

Îro roja pêncşemî 21/1/2021an, bombeke çandî li yêk ji navçeyên pirî qerebalix yên Bexdayê teqiya û piştî ku xelk li ciyê teqînê kombûyî, kesekî bi kemera TNT kirî xwe teqand.

Çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirbûn ku li gor amarên destpêkî 10 kesan canê xwe ji dest da û nêzî 20 kesên din birîndar ketine.

Lê belê piştre wezaretna tendirustiyê ya Îraqê daxuyanî da û eşkere kir, 32 kes hatine kuştin û 110 kes birîndar bûne.

Teqîn li meydana bin navê Teyeran ya navenda Bexdayê li nêzî navçeya navdar ya bi navê Bab Şerqî çêbûne, hêzên ewlehiyê dorbera navçeyê girtine.

Pustên heman beş