PKK e dîsa dibe sedema bordoman kirina gundên Dihokê

PKK e dîsa dibe sedema bordoman kirina gundên Dihokê

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro careke din êrîşî liv û tevgerên çekdarên PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê a başûrê Kurdistanê kir, ev jî dibe êrîşa dûyemîn di kêmtirî 24 saetan de.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 23/1/2021an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê êrîşî çekdarên PKK ê li aqarê gundê Bêşîlê yê girêday navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala kir.

Dest nîşan kir, êrîş li saet 1:50 paş nîvrojê pêkhatîye wexta ku balefiran yek roket li devera bi navê Geliyê Dêra li hereketa çekdarên PKK ê xistî.

Ev êrîş paş êrîşa duh roja înî tê ku balefiran li sînorê navçeya Çemankê nuqteyeke rêxistina PKK ê li nêzî gundê Girî îmha kirbû.

Rêxistina PKK ê her ku diçe hereketa çekdarên xwe têxe nava gundên Başûrê Kurdistanê, ji bo ku ev gund werin vala kirin û bibin meydana şer.

Pustên heman beş