Fermandarek û 11 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin

Fermandarek û 11 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin

Hat ragihandin ku li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê herî kêm 12 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan şeva borî çekdarên DAIŞ ê li devera El Eysî ya nehiya Dore li nêzîkî bajarê Tikrîtê êrîşek birin ser hêzên Heşda Şabî.

Hevpeymaniya Fetih ya Heşda Şabî li ser êrîşê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di wê êrîşê de fermanderek û 11 çekdarên Heşda Şabî hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de 10 çekdarên Heşda Şabî jî birîndar bûne.

Pustên heman beş