Bi video: Kampên li ber çemê Efrînê di avê de man

Bi video: Kampên li ber çemê Efrînê di avê de man

Meclisa xwecihî ya dagirkeriya Tirkî li bajarê Efrînê fatûreya avê ya mehane zêde kir. Li aliyekî din ji ber vekirina dagirkeriyê ji deriyên bendava Meydankê da ku bendavekê li nava erdê Tirkiyê dagire, bi ava bendavê re çûn.

Di hûrgiliyan de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku meclisa xwecihî ya dagirkeriyê fatûreya avê ya mehane bilind kiriye û kir 20 Lîreyên Tirkî ango 8500 Lîreyên Tirkî, berê meclisê 3000 lîreyên Tirkî dibir û wiha dewam dike; 90% ji niştedagîran pereyên avê yên mehane nadin ku karmendên pereyan jî kom dikin tenê berê xwe didin Kurdan û pereyan jê distînin.

Nûçegihan teqez kir ku 2 karmendên di beşa komkirina pereyan de rastî êrîşê hatin û ji aliyê çekdarekî milîsên “Sultan Mûrad” ve hatin qewitandin.

Di heman çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku dagirkeriya Tirkî deriyên bendava Meydankê bi armanca tijîkirina bendava Rihayê ji avê, vekirin ku di encamê de ew kampên ku li her aliyên çemê Firatê hatibûn danîn, bi ser avê ketin. Her wiha zirareke madî ya mezin jî gihîşt şivanên wan kampan ku bi dehan ji mihên wan di avê de fetisîn.

Pustên heman beş