Amerîka piştevaniya Êzidiyan dike

Amerîka piştevaniya Êzidiyan dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, Amerîka ligel Êzidiyan e alîkariyê dike ji bo belgeyên tawanên DAIŞê bêne komkirin.

Ned Price bi daxuyaniyekê ragihand, tîma lêkolînê ya ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo lêkolînkirina tawanên DAIŞê (UNITAD) ligel hikûmeta Iraqê kar kir û termên 104 Êzidiyan vegerandin gundê Koço yê Şingalê û bi destên merivên wan bi xakê hatin spartin.

Prîce hevxemiya ligel Êzidiyên ku berî şeş salan ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin derbirî û got: “Belgeyên ku li cihê bûyerê ji aliyê UNITAD hatine komkirin, dê gelekî alîkar dibin, ji bo dadwerî ji bo kesên rastî kiryarên hovane yên DAIŞê hatine pêk were.”

Berpirsê Amerîkayê Ned Price da zanîn, hikûmeta Amerîka ji dema damezirandina wê rêxistina NY ve di sala 2017an de, 9 milyon Dolar ji budçeya xwe daye wê rêxistinê, ji bo belgeyan li ser tawanên DAIŞê kom bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Derve ya Amerîka piştî ku doh li gundê Koço yê Şingalê, bi merasîmekê termên 104 Kurdên Êzidî bi xakê hatin spartin ev daxuyanî da û piştevaniya xwe bo Êzidiyan teqez kir.

Pustên heman beş