Nêçîrvan Barzanî girûpên ku bûyne xeter li ser Başûrê Welat dest nîşan dike

Nêçîrvan Barzanî girûpên ku bûyne xeter li ser Başûrê Welat dest nîşan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û êrîşa şeva borî li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Êrîşa terorîstî ya şeva derbasbûyî ku bi mûşekan li ser Hewlêrê hate kirin û bû sedema wê yekê ku kesek canê xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn ku hejmarek ji wan Amerîkî ne, bi tundî şermezar dikîn. Serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyê dikin û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn”.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hat jî: “Daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikin metirsiya wê êrîşê gelek bi ciddî werbigrin û kar bikin ji bo rêgirtina li nehiştina gefên li ser xelkê Herêma Kurdistanê û li rêya handana Hikûmeta Iraqê ve ji bo bicîhkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140”.

Herwiha di beşeke din a peyamê de hat, “Daxwaz ji birêz Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê dikim, bi lez mekanîzma hemahengiyê li gel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û Pêşmerge li gel artêş û dezgeh û hêzên Iraqiyan bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, pêkve kar bikin û hemaheng bin”.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Nebûna hemahengî û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarên derveyî ferman û desthilata Hikûmeta Federal, bûne sedema aloziya navçeyê û wiha kiriye gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe. Ji bo wê yekê daxwaz ji birêz Serokwezîrê Iraqê dikim bi lez lîjneyeke hevbeşa lêkolînê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal destbikar bê û bi zûtirîn dem êrîşkar bêne peydakirin û bi sizayên xwe yên yasayî bêne gihandin”.

Pustên heman beş