Ji bo ku “Şirîkên wan” aciz nebin, PKKê tu girîngî bi êrîşa ser Hewlêrê neda!

Ji bo ku"Şirîkên wan" aciz nebin, PKKê tu girîngî bi êrîşa ser Hewlêrê neda!

Li şeva derbasbûyî êrîşa bi mûşekan li ser Hewlêrê, paytexta Başûrê Kurdistanê pêkhat, herî kêm 14 mûşek bi balefirgeha Hewlêrê û derûra wê ketin, zirarên canî li pey xwe hiştin, yekê Amerîkî can ji dest da û 6 kesên din birîndar ketin.

Li demekê ku ev bûyer di sa’etên destpêkê yên şeva derbasbûyî de li tevahîya cîhanê deng veda, dewletên herêmî, Ewropayê û Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî bertek nîşan dan û ev êrîş bi terorîst nav kirin û şermezar kirin, lê Rêxistina PKKê tu girîngî bi vê êrîşê neda û di sa’eta yekê ya paş êrîşê de, ajansa fermî a rêxistinê ANF ê tenê nûçeyek ku ji 3 rêzikan pêkdihat belav kir.

Nûçeya ajansa fermî a PKKê wiha bû:

Li Hewlêrê teqîn

Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, li taxa Wezîran duh êvarê teqînek pêk hat, bajar bi temamî bi teqînê hesuya. Dûl bi ser bajêr de ket.

Di vê nûçeyê de rêxistina PKKê ev êrîşa ku li ser Hewlêrê pêkhat wusa biçûk kirîye, her weke butlekê xazê teqiyaye, wan gotîye: “Teqînek pêkhat û bajêr bi teqînê hesîya”.

Hemwext dibêje bajêrê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û nego paytexta Başûrê Kurdistanê!.

Li Stêrk tîvyê ya kenala PKK ê jî, wan nûçeyek parvekrîye û têde gotîye herî kêm 3 , 4 mûşek bi Hewlêrê ketine!

Gelu çima PKKê girîngî bi vê êrîşê neda?

Heger merov ajansa ANF ê bi şopîne ku weşanê bi 10 zimanên navçeyê û cîhanê dike, tenê di beşa zimanê Kurdî yê zarê soranî de, nûçeyek li derbarê êrîşa ser Hewlêrê parvekirîye û têde tenê daxuyaniyên wezareta tendirustiyê bas kirîye û gotîye ku kuştî û birîndar hene.

Di beşa Kurmanciyê de, nûçeyek ku ji rêzek û nîvan pêkhatîye belav kirîye û têde gotîye: “Teqînek li Hewlêrê çêbû û dûkel bi ser bajêr de ket”.

Di beşa Tirkiyê de, eynî nûçeya Kurmanciyê parvekirîye.

Ya rast em nabêjn ku kêfa PKKê bi êrîşa ser Hewlêrê hatîye, lê belê ew naxwaze tu girîngiyê pê bide ji bo ku kesên medya wê di şopînin ku piranî jê Tirk û kurmancin bizanbin ku ev yêk ji bo rêxistinê girînge, ji xwe heger PKKê ev yêk xwest ba, wê her çi nebaye ev nûçeya di beşa soraniyê de parvekirî wê bi zimanên Tirkî û zarê Kurmancî û zimanên din yên ajansa xwe parvekirba.

Xala dûyemîn û ya esas ku PKKê ev êrîşa Hewlêrê wusa biçûk kirî û tu girîngî pê neday eve daku Şirîkên wan yên qederê “Heşda Şabî” aciz nebin.

Ma ji xwe kê êrîşa ser Hewlêrê kir?

Paş êrîşa ser Hewlêrê mlîsên bi navê “Seraya Ewlya El dem” ku girûpeke li vê dawiyê derketîye holê û girêdayî “Yekîneyên Hizbulla” ya ser bi Heşda Şabî ve ye, êrîşa ser Hewlêrê hildaye serê xwe.

Her kes dizane rêxistina PKKê û Heşda Şabî têkiliyên herî baş hene, ew li navçeyên Şengalê bi hevre tev digerin, Îranê PKKe weke beşekî “Mîhwer Miqaweme” û parêzvanên sitratecîya “Hîlala Zêrên” wate Hîlala Şî’î li herêmê hesab dike, li Şengalê çekdarên girêday PKKê mûçeyên xwe ji Heşda Şabî distînin, ev hemû sedemin ku PKKe naxwaze vê êrîşê hilde serê Heşda Şabî yan jî herî kêm girîngyê di medyaya xwe de pê bide, ji bo ku tu zirar bi têkiliyên wê bi Heşdê re nekevin.

Heger PKKê karî ba wê gotiba Hikûmeta Başûr û PDKê ev êrîş pêkanîye, wan êrîşa xwe kirîye!!

PKKê tu firsetekê ji bo biçûk kirin û tuhmetbar kirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji xwe nake, di her kirîzekê de, ew medyaya xwe bi awayekê qirêj li dijî Hikûmeta Başûr û PDK ê sêrvîs dike, ji xwe bûyerên “Zînî Wertê, Peymana Şengalê, Xwepêşandanên Silêmaniyê” mînakên zîndî ne û me bi çavê xwe dî li wan rojan PKKê bi tu awayekî bê exlaq tuhmetên bê bingeh ji boy Hikûmeta Başûr çêdkirin, ya rast heger di mijara êrîşa şeva derbasbûyî jî de PKKê karî ba wê gotiba Hikûmeta Başûr û PDKê ev êrîş pêkanîye, wan êrîşa xwe kirîye!! Lê belê ji ber ku ew nekarîne vê êrîşê bike cînayetek û kirasek li ber HIkûmeta Başûr, wan tu girîngî pê neda.

Li vir gereke merov ji rêxistna PKKê bipirse, başe “Milîsên Ewlya El dem” ya girêday Heşda Şabî bi devê xwe go me ev êrîş kir, çoma hewe ev êrîş nehilda serê wan? Ya rast bersiv eve ku PKKe naxwaze Şirîk û hevçeperên wan yên Heşda Şabî aciz bibin!.

Hêjay gotinê ye duh di sa’etên şevê de, herî kêm 14 mûşek li nêzî balafirgeha navneteweyî a Hewlêrê û çendên din li taxên derdorê ketin, di encamê de, yekî Amerîkî jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din birîndar bûn, Amerîka jî soza cezakirina sûçdaran da.

Koma girêdayî Îranê ya bi navê “Seraya Ewlya El-dem” ev êrîş girt ser xwe, ev koma çekdar li vê dawiyê derketîye holê ew girêday Hizbulla a ser bi Heşda Şabî ve ye, wan gelek êrîş li dijî hêzên navdewletî û şandeyên Neteweyên Yekbûyî kirine, Amerîka Hizbulla xistîye di lîsteya xwe ya terorê de.

Otombêla ku mûşek jê hatbûn avêtin ji hêla Ajansa dije terora Başûrê Kurdistanê hat dîtin, Amerîka hêrsa xwe li ser zimanê wezîrê xwe yê derve Antonî Bilinken rave kir û êrîş şermezar kir, Bilinken tekez kir, sûçdar wê werin ceza kirin.

Îraqê jî bertek nîşan da û serokê wê berhem salh êrîş weke karekî terorîst û newêrek bi nav kir, her wha serokwezîrê îraqê mistefa kazmî jî banga avakirna komîteyek hevbeş kir.

Îro jî neteweyên yekbûîy û navendên navdewletî û welatên ewropayê ev êrîş şermezar kir û bi pêşhateke xeter nav krin.

Pustên heman beş