Şîroveyek kurt ji boy daxuyaniya duh û îro ya HPGê!
Navenda ragihand û çapemeniya HPGê îro roja sêşemî 16/2/2021an li ser operasyona tirkiyê a bi navê Pence Baz 2 ku li çiyayê Gare pêk hat daxuyaniyek da û têde ragihand ku tirkiyê di vê êrîşê de çeka kîmyewî bikar aniye.
HPGê di daxuyaniya xwe de ji bo rûdana li kampa ku êsîr lê dihatin girtin ya li qada Siyanê ya herêma Gare ragihandiye, “Dako bi rengekî zelal û berbiçav bûyer were fêhimkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê wê bêhna gazeke giran û kîmyewî heye û wisa xweya dike ku jiberku ji hêla dewleta tirka faşîst ve li ser vê kampê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kîmyewî hatine kuştin piştre gulle li wan hatiye reşandin. Nîşaneyên pêşî ku em gihaştinê evin.”
HPGe di vê daxuyaniya xwe de gomanê têxe ser daxuyaniya xwe a pêş niha dema têde ragihandî êsîr ji hêla dewleta tirkiyê bi bombebaranê hatîne qetil kirin, jiberku ji aliyekê dibêje kes nikare ji ber bêhna gazeke kîmyewî ku ew bi xwe jî nizanin ti gazeke bikeve şikeftê û lêkolînan li ser bûyerê bike û ji aliyeke din jî tirkiyê bi bikaranîna çeka kîmyewî li dijî wan êsîran sûçbar dike û dibêje ” xebatên ji bo ku zelalkirina rastiya komkujiyê ku dewleta tirka ji mirovahiyê par nestandî li ser kampa êsîran pêk aniye didomin “, li virr em naxwazin biryarê li ser bûyerê bidin ka kê û ji boy çi ev kare encam daye û kî sûçbare lê daxuyaniyên yek li pey yek yên PKKê û tirkiyê her tişt şûlî kiriye û kes nikare rastiyê bizanibe.
Di daxuyaniya HPGê de hatye, “Encamên zelal û bîlançoya şerê Gare ji hemû aliyan ve wê bi gelê meyê welatparêz û raya giştî re were parvekirin”, ev yek diyar dike ku hêjan encam nehatîne zelalkirin lê belê PKKe pêş ku encaman zelal bike weke hercar û dema ji boy her karekî pêş wext biryarê dide ji bo vê yekê jî pêş lekolîn bi dawî werin biryara xwe stendiye.
Her weha HPGe radigihîne 10″‘ê Sibata 2021’an li dijî tevgera dagirkirinê ku artêşa Tirkiyê a dagirker li ser qada Gare daye destpêkirin bi pêşengiya gerîlayên azadiya kurdistanê yên leheng 4 rojan berxwedaniyeke dastanî hatiye kirin û bi serfiraziyeke dîrokî artêşa tirk hatiye tertûbelavkirin”, lê belê dîsan pêş niha HPGê ragihandibû ku wan rê nedaye leşkerên tirkiyê dakevin navçeyê û çekdarên wan rê li daketina leşkeran girtiye.
HPGe cihê êsîran bi kampa êsîran bi nav dike, bi awayekî ku mirov wisa difikre ew kamp ji boy kesên sivîl û bê guneh hatye sazkirin, lê belê bi gotna PKKê bixwe kesên li wirr hatiye zîndanî kirin her hemû ew kes bûn ku ji boy mîta tirkiyê kar dikir û leşkerên tirkiyê bûn, ji aliyekê din her kes dizane ku ti “kamp” zindanek di cîhanê de bê zêrevan nîne, pirsa li virr ser hil dide eve, gelo gerîlayên zêrevanî li vê “kampê dikir” çi b serê wan hatiye?! Ew jî hatîne kuştin yan jî pêş bombebaranê ew cî terkandiye?! Ger ew cî pêş bombebaranê terkandibe, çima girtî bi xwe re nebirîne?! Ev ji aliyekê û ji aliyeke din, HPGê pêş niha ragihandibû tu leşkerek tirk nikariye bikeve herêma Gare! Li vir jî em dipirsîn gelo ger ti leşkerek ji ber berxwedana lehengî ya PKKê neketibe çiyayê Gare ku PKKe bi “Herêma Parastina Medya” bi nav dike, çima di vê daxuyaniyê de dibêje “paş sê rojan em çûyn herêmê”? Gelo di wan sê rojan de hûn li ku derê bûn û we li kuderê berxwedana lehengî encam dabû?!
Pêdivîye PKKe daxuyaniya bi kesên jîr û aqilmend bide nivîsandin, jiberku kesên teqîba daxuyaniyên wan dikin ne bi tenê alîgirên wanin ku her tiştê wan got bê têhizrîn bahwer bikin, kesên bê alî yên kurd û biyanî jî hene ku daxuyaniyên wan bişopînin û dikarin cudahiyê di nêvbera daxuyaniyên wan ên hevdij de bikin.