Amerîka: Paş lekolînê berisva êrîşa ser Hewlêrê wê were dayîn

Amerîka: Ji bo ku berpirsên êrîşê bên dîtin bi Hewlêr û Bexdayê re di pêwendiyê de ne

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price, li ser êrîşa moşekî ya li Hewlêrê axifî. 

Price diyar kir, Wezîrê Derve Antony Blinken ser êrîşa dijî bingeha leşkerî ya Amerîka, berê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî re peyivîye û dû re wî ji karbidestên Bexda jî ser êrîşê agahî sitendine.

Wî da zanîn, bo ew berpirsên êrîşê bibînin bi karbidestên Kurd û yên Iraqî re di pêwendiyê de ne.

Berdevkê Amerîkî destnîşan kir, ger êrîş ji aliyê Îranê ve jî ji aliyê hêzên girêdayî wê ve jî hatibe çêkirin, ew ê li benda lêkolîna Iraqê bin û ji pêş de darizandinê nekin.

Price eşkere kir, ew êrîş li ser serweriya Iraqê çêbûye, ew ê bi hevkariya Bexda bersiva êrîşê bidin.

Pustên heman beş