Wezareta berevanîya Amerîkayê ragihand, lekolîn li ser êrişa Hewlêrê dest pê kirine û mafê wane berevaniyê ji xwe bikin û go: bersivdana êrişa ser Hewlêrê wê di dema xwe da be.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby di civîna rojnamevanî ya heftane de têkildarî rojevê daxuyanî da.
John Kirby ragihand ku lêkolîn derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê de destpê kir û Amerîka jî amade ye rola alîkar di lêkolînê de bileyze eger jê were xwestin.
John Kerbey got jî, ya baştir ew e çaverê bikin bizanin encamên lêkolînan dê çawa be û niha proseya wergirtina zanyariyan derbarê wê yekê destpê kiriye.
Berdevkê Pentagon tekez jî kir, ku ji mafê hêz û fermandarên Amerîka berevaniyê li xwe bikin û got jî, eger artêşa welatê wî bersiva wê êrîşê bide, ew bi xwe wê dem û cihê wê destnîşan bikin lê dê şêwirê bi hevbeşên xwe yê Iraqê bikin.
Kirby herwiha anî ziman li Iraq û Sûriyeyê operasyonên Amerîkayê hêj dewam dikin û ew li ser têkoşîna dijî DAIŞê hûr dibin û hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk HSD berdewame.