Serokwezîrê Gurcistanê îstifa kir

Serokwezîrê Gurcistanê Gakharîa îstifa kir

Serokwezîrê Gurcistanê Gîorgî Gakharîa îstifa kir.

Gakharîa li Tiflîsê daxuyanî da rojnamevanan û got ji ber biryara girtina Serokê Hereketa Neteweyî ya Yekbûyî Nîka Melîa di navbera wî û ekîba wî da ji hêla fikrî va dubendî çêbûye û ew ji ber vê mijarê îstifa dike.

Gakharîa biryara girtina Melîa yê ji partiya muxalefetê ye rexne kir û got jixwe niha rageşiya siyasî li welêt heye, piştî vê biryarî rageşî wê zêdetir be.

Piştî îstifaya Gakharîa Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku biryara girtina Melîa ji bo demekê hatiye taloqkirin.

Mehkemeya Bajêr a Tiflîsê duh biryar dabû ku Melîa bê girtin, partiyên muxalefetê bertek nîşanî vê biryarê dabûn.

Li gor qanûna bingehîn ya Gurcistanê Partiya Xeyalî ya Gurcî ya desthilat e di nav hefteyekê da divê namzedê serokomar û lîsteya kabîneya nû pêşkeşî Serokomar bike.

Pustên heman beş