Ew Kure Kurdê kes behsa wî nake: Cotyar Muhsin

Ew Kure Kurdê kes behsa wî nake: Cotyar Muhsin

Operasyona Gare 10 Sibatê destpêkir û 14ê Sibatê bi dumahî hat, di encam da xweya bû di operasyonê de 13 eskerên Tirkiya hatine kuştin. Niha rojev hemû li ser van 13 eskerane. Lê belê di vê operasyonê de ne tenê ev 13 kese hatibûn kuştin. Lawê kurda Cotyar Muhsin jî hatiye kuştin. Kes bas li wî nake. Ji ber ku ew kurde dikare were kuştin.

Ragihandina PKKê û rêveberiya wan eve çend rojin îddîa dikin ku ew ji boy kesên dîlgirtî (êsîr) her tim bi yasayên navnetewî ve girêdayî bûne û Ocalan sala 1995 ragihandiye ku ew ti caran eskerên dîl nakujin. Em dikarîn bêjin ku ev tişt e raste lê belê tenê ji ber ku dîl girtîyên tirkin ne hatine kuştin. Lê belê êsîrên kurd ku di destê PKKê dane gelek cara hatine kuştin. Ev nefsiyeta gelê bin deste. Ev miletên din nahên kuştin lê belê kesên gelê xwe dikujin û wan bin ax dikin.

PKKe pir cara mirovên kurd nav gundan, li ser rêya bi navê sîxoriya dewleta tirk girtine û bê dadgeh ew kuştin e. Hatta PKKe gelek cara ev kese kuştine û bi darekêve daliqandine. Heman dem gelek êxsîr destê PKKê da rastî îşkencê hatine. Ew kesên ku carekê bikevin zîndana PKKê de dibêjin careka din emê xwe bikujin lê belê em nakevin zindana PKKê de. PKKe tam eynî dewleta tirk mamelê li gel êsîran dike. Cigare li ser girtîya vemrandin, kareba lêdan, ava sar liser kirin. Û gelek îşkenceyên din. Hatta hinek kes weha dibêjin ku bes daku ji vê îşkencê xelas bibim wan çi got min qebûl kir.

Li gor agahiyên destê me da li zîndanên Xwakurk û geliyê Zapê de gelek genc bi gumana sîxoriyê hatine îşkence kirin û di encamê van îşkenceya jiyana xwe ji dest dayîne yan jî xwe kuştine. Lê ev tişt e bi tenê ji boy kurdaye. Ne ji boy eskerên Tirk e. Kes behsa zarokên kurda nake.

Ew zarokên ku behsa wan nayê kirin yek ji wan jî Cotyar Muhsin yê ji Bajarê Amêdiyê bû. Cotyar ev salek û 10 roj bûn di destê PKKê de. Cotyar 23 Sibata 2020ê li gundê Siyarê ji aliyê PKKê ve hatibû girtin. Girtina wî bi rengê komployê bû. PKKê keçek bi kar anî û wê keçkê li ser sosyal medyayê peywendiyê bi Cotyar re çêdike. Şevekî ji Cotyar re got ez dixwazim bi hevre hinekî bigerin. Keçik û Cotyar dema çûy dervey bajarî gerîlayên PKKê Cotyar girt.

Kesên derdora wî gotin ku Cotyar ti peywendîyek bi PKKê re tuneye. Ew kesekê dûre ji siyasetê. 5î Gulana 2020ê xelkî ji boy azadiya wî xwepêşandan sazkir. Lê belê PKK çi cewaba xelkê ne da. Ragihandina HPG xwe kir ku Cotyar Ajane. Dayik û Bavê Cotyar ev tişt e bi tundî redkirin.

Niha em dipirsîn; kê Cotyar kuşt tirkiya yan PKKê? Esasen em dikarin bêjin ku her du aliya bi hev re Cotyar kuştiye. Jiberku PKKê herdem di got ajane lê eger ew kurd be dibe were kuştin, lê tirk be dibe ku ber lêborînê bikeve. Cotyar her da were kuştin. Bê dadgeh, bê lêpirsîn, bê edalet. Ji ber vê yekê bikujê Cotyar hem PKKe û hem jî tirkiya ye.

Pustên heman beş