Dîsa daxuyanî, dîsa derew!

Dîsa daxuyanî, dîsa derew!
  • Memet Mêrdînî

Li derbara operasyona leşkerê Tirkiyê li ser çiyayê Gare li Başûrê Kurdistanê, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandinek belavkir û têda bas li amarên kuştî û birîndarên leşkerê Tirkiyê û çekdarên xwe kiriye, dîsa daxuyanyek nivîsandiye ku ji bilî pesna xwe tu tiştek din têde nîne.

Ev dema 20 salan pêtire ku PKKe bas li nemana rejîma Tirkiyê dike

NPGe di vê daxuyaniya xwe de dibêje, ku çawa têkçûna Sibata 2008an ya li Zapê bû Destpêka bi dawîbûna wesayeta artêşê, têkçûna Sibata 2021an ya li Gare jî wê bibe destpêka bidawîbûna rejîma faşîst. Ev dema 20 salan pêtire ku PKKe bas li nemana rejîma Tirkiyê dike, her sal PKKe bas li serkeftin li ser rejîma Tirkiyê dike li belê di pratîk de ti serkeftinek li gorê nîne, PKKe bi vê axaftinê bi tenê ciwanên kurd ji boy berjewendiyên xwe dide kuştin û her sala derbas dibe rejîma Tirkiyê ne bi tenê jinav naçe belku bihêztir jî dibe.

PKK li şûna dewlatê AKPê û MHPê sûçbar dike

NPGê dîsa ji boy biçûk kirina vê êrîşê û bê guneh nîşandana dewleta Tirkiyê, her yek ji AKPê û MHPê sûçbar dike û dibêje, “eşkereye ku ev êrişa ji aliyê rejîma AKP-Mhp-Ergenekonê ve hatiye kirin ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî armancên mezn bû. Em pêwîstiyê pê nabînin ku armancên siyasî yên vê êrişa berifreh binirxînin”, em li virr ji PKKê dipirsîn gelo çima hûn armancên siyasî yên vê êrîşê nanirxînin?!! Qey ew armanc ew qas bê bûhane ku nehên nirxandin yan jî jiberku di esas de ew armanc û armancên PKKê ku xwe di çarçoveya Mîsaqa Millî ya Tirkiyê de dibînin yekin?! Belê bê goman ji ber vê yekê ye ku hûn û tirkiye liser yek rê ku ew jî tunekirina statuya herêma başûrê kurdistanê ye tev digerin.

PKK ji aliyekê dibêje, artêşa tirk xwest êsîran di destê me da werbigire û ji aliyeke din jî dibêje ev êrîş ne ji bo rizgar kirina êsîran bû

Di vê daxuyaniya PKKê ku li ser navê NPGê daye weşandin jî, dîsa hin tevlîhevî hene ku daxuyaniyên PKKê yên pêş niha li ser navê HPGê û KCKê daye weşandin têxe bin hin pirsyaran, NPGe di vê daxuyaniya xwe de dibêje, “artêşa tirk hem bi belavbûna li qadê xwest bi rengekî mayinde lê bi cih bbe, hem jî xwest êsîrên di destê me de werbigre. Ev eriş ne ji bo rizgarkirina êsîran bû, teqez ji bo îmhakirina wan bû”, her çend ku di vê rêze nivîsê bi xwe de jî tevlîhevî heye jiberku ji aliyekê dibêjn, artêşa tirk xwest êsîran di destê me da werbigire û ji aliyeke din jî dibêje ev êrîş ne ji bo rizgar kirina êsîran bû, teqez ji bo îmhakirina wan bû! Gelo ger ji boy rizgar kirina wan nebûya çima NPGe dibêje artêşa Tirkiyê xwest êsîrên di destê me de werbigire?! Dîsa ev gotin li dijî gotna HPGê ye dema duh di daxuyaniyekê de ragihandî artêşa tirk nikarî bikeve herêmê?! Em ji PKKê dipirsîn ger artêşa Tirkiyê neketibe zindana êsîran ku hûn bi kamp binav dikin, çewa cenaze yên êsîran dîtin û kuştina wan ragihand? Çima HPGê bi t awa bas li parastina zindanê nekir lê niha hûn tên û dibêjin 6 gerîlaya ji boy parastina kampê can da?!

PKK jiber fermana Apo ya di çarçova Mîsaqa Millî de pêşniyarî dewletê kirî xwe bi serketî nîşan didin

NPGe dibêje, “Tayîyp Erdogan û Bahçelî, ji bo temenê rejîma xwe dirêj bikin timî dixwazin xwe serketî nîşan bidin, bi vî rengî çîrokên xwe yên serketî weke ku raste nîşan didin û ji bo vê jî operasyoneke wihaya êrişê kirin. Ev operasyona êrişê bi agahdariya hêzên li ser herêma navborî serwerin û heta radeyekê bi piştgirya wan hate plankirin û bi vî rengî xwestin teqez encamê werbigirin”, gelo ger merema Eardogan û Bahçelî ew be, merema we çîye ku hûn jî weke wan xwe bi serketî mêze dikin?!! Ew ji boy dirêj kirina temena rejîma xwe wilo dibêjn û hûn jî jiboy dirêj kirina bi kuştin dana ciwanên kurd û bi destve berdana zêdetir a xaka başûrê kurdistanê û bicî anîna fermana Evdila Ocalan ya ku di îmraliyê de ji bo dagîrkirina Hewlêrê di çarçova Mîsaqa Millî de pêşniyarî dewletê kirî xwe bi serketî nîşan didin.

Rohê fedayîyê apo kîjan rohe?!!

A herî ecêb di daxuyaniya NPGê de baskirin li wan gerîlayan e ku di operasyonê de canê xwe ji dest dayî, NPGe dibêje gerîla bi “rohê fedayîyê apo”, tevgeriyan û xwe feda kir û rû bi rû şerê artêşa tirk kir, bi rastî jî pirr ecêbe PKKe we difikre ku bîrdanka kurdan weke a masî ye û bi tenê 6 çirkeya xwe digire, gelo qey kurd wê ji bîr bikin Ocelan bi t awa bêy ku berxwedanekî bke li Kînyayê xwe radestî Tirkiyê kir?! Qey ev berxwedan bû?! Ma qey wê ji bîr bikîn dema li Kînyayê pasewana Apo jêre go, “Tepancê bigre û li ber xwe bide”, Ocelan jêre got na ez naxwazim berxwedanek kilasîk bidim meşandin! Gelo qey ev berxwedana gerîlayan weke ya Ocalan e?! Bi rastî jî pirr şerm e PKKe gerîlayan weke apoyê ku xwe teslîmî tirkan krî bide nîşandan. Em kurd ti caran ji bîr nakin dema di balefrê de Ocalan ji endamên mîtê re gotî “ez ji Tirkiyê re hez dikim, ez ji boy xizmetkirina Tirkiyê amademe….”?! Na bi rastî jî em nikarin ji bîr bikin.

Gelo PKKe qala kîjan berxwedanê dike?

Yek din ji ecêbiyên daxuyaniya NPGê eve dema ku dibêje, “me berxwedanek mîna berxwedana cenga Heftenînê da nîşandan!” gelo PKKe qala kîjan berxwedanê dike? Ew berxwedana têde pêtrî 55 gundên Heftenînê daye dest tirkan, yanjî ew berxwedana têde PKKê 3 pişkên Heftenînê têde wenda kirî?! Ger ev berxwedan û serkeftin be bi rastî jî divê bê fêmkirin binkeftin û şikestin çîye.

PKKe ewqas bê şerme ku gerîlayên ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatî êsîr girtin bi “kes” bi nave dike û nabêje du gerîlayên me

Di vê daxuyaniya xwe de NPGe bas li êsîran dike û dibêje yek ji girtiyên demkî yê ji Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, NPGe bas li yek ji ciwanên başûr bi navê Cotyar Muhsin dike ku PKKê bi tometa sîxoriyê ew bi awayekî pirr dûr ji mirovatiyê xapand û piştre ew xist zîndanê, Cotyar kurê pêşmergeyek dêrîn û ji malbatek xebatkar bû lê PKKê ew xist zindanê. NPGe dibêje, “di operasyona 4 rojan de bi giştî 15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd bûne. 2 kes jî ketine destê dijmin. PKKe ewqas bê şerme ku gerîlayên ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatî êsîr girtin bi “kes” bi nave dike û nabêje du gerîlayên me!

“Hemwelatyekî me yê ji Duhokê yê bi navê Cotyar Mûhsînê ku ji bo demekê hatbû girtin jî di vê bûyerê de mirîye.”!!!

NPGê ragihand di nava êsîrên tirk yên hatî kuştin de, “hemwelatyekî me yê ji Duhokê yê bi navê Cotyar Mûhsînê ku ji bo demekê hatbû girtin jî di vê bûyerê de mirîye.” ey hawar gelo ev çi bê şermî û çi bê exlaqîyeke PKKe dike?!! Ma qey PKKe nebû dema ragihandî Cotyar jiber sîxurî kirin ji boy dewletê hatiye êsîr kirin?! Ji kengê were PKKe sîxuran ji bû demekî zindan dike û piştre wan serbest ber dide?!! Kîjan sîxur heya niha ji hêla PKKê ve hatiye serbest berdan daku PKKê Cotyar piştî demekî serbest bikira?! Ev yek ji xeynî ku dide nîşandan PKKe bi tenê derewan dike û ti caran Cotyar sîxurî nekiriye, her weha nîşan dide ku PKKe li gorî demê daxuyaniya dide, ev daxuyanî jî ku têde dibêje ji boy demekî hatbû zindankirin bi tenê ji boy wê yekê ye ku malbata Cotyar razî bike, lê belê ne malbata Cotyar û ne jî ti malbateke din bi vî karê qirêj ê PKKê razî nabe.

Li dawyê NPGe dibêje, ” berpirsyariya vî tiştî jî ne aydî meye”, û AKPê û MHPê bi berpirsyar dibîne, lê çi qas berpirsyariya AKPê û MHPê hebe, ewqas jî berpirsyariya PKKê ji boy alozkirina rewşa başûr û êrîşên dewleta tirk heye, divê PKKe berpirsyariya xwe ji vê yekê ragihîne û ji hêla niştimanperwer û wilatparêzên kurd ve hesab jê were wergirtin.

Pustên heman beş