Gelo şerê Çaldîran wê li şengalê dubare bibe?

Gelo şerê Çaldîran wê li şengalê dubare bibe?

Tê gotin dîrok xwe dubare dike lê belê cih û demê xwe diguhere, ger ev yek ji bo hemû neteweyên cîhanê rast nebe jî, ji bo kurdan pirr raste, pir caran dîrok li Kurdistanê dubare bûye lê kurdan ev yek ji xwe re nekiriye ders, hertim ji bîra xwe biriye û girîngî pê nedaye, loma kurd heya niha nekarîne ne xwe û ne jî welatê xwe rizgar bikin, weke niha tê dîtin, dibe careke din ev dîrok dubare bibe û axa Kurda bibe qada şerekî wisa ku dîsa axa wê bi xwînê sor bibe û dîsa were perçekirin di nava dewletên dagîrkarên Kurdistanê de, belê, ger her tişt bi vî awa bi rêve biçe, dibe ku çewa Çaldîran pêş niha li sala 1514an bûye qada şerê di nêvbera împeratoriya Osmanî û Sefewî de ku di vî şerî de Kurdistan hat parçekirin, Şengal ji careke din li cihê Çaldîran bibe qada şerê di nêvbera mîratgirên van du împeratoriya û dîsa Kurdistan parçe bibe yanjî her hîç nebe rewşa wê ji rewşa niha pir xerabtir bibe.

Dujminên kurdistanê niha bi hemû awayekî hewl didin statoya Başûrê Kurdistanê ku take perçeya Azada Kurdistanê ye û ji boy her Kurdekî bûye seywanek aram, ji nav bibin, ew dixwazin vê parçeyê jinav bibin û dîsa bêxin bin çenga xwe, a pirr nexweş û dil bi êş di vê yekê de eve ku hinek ji kurdên xwe firoş jî, alîkariya vê pîlana dujminên kurdistanê dikin, ew ji boy parastina berjewendiyên xwe yên hizbî û bicî anîna aydolojiya xwe a genî bi dujminan re bûne hevrê û hev fikir.

aliyê ku bas li bratiya di nêvbera gelan dikir bû sedemek ji boy ji hev dûr ketina birayên yêk gel û yêk ol

Paş azadkirina Şengalê ji terorîstên DAIŞê ji hêla pêşmergeyên Kurdistanê ve, her kes bi hêvî bû ku careke din ewlehî vegere şengalê û xelk bikarin jiyanek xweş derbas bikin, jîyaneke wisa ku têde nexweşiyên rêxistina DAIŞê bi serê gelê me yê Êzîdê anî hinekê jibîr bikin, lê belê cihê esefê ye piştî demek kurt ku Şengal hatî azad kirin îxaneta 16ê Oktobera 2017an rûda û pêşmerge neçar man ji boy parastina statoya Herêma Kurdistanê ji Şengalê vekşin, ev yek bû sedemek ku Heşda Kurdî “PKKe” û Heşda Şebî li Şengalê bicî bibin, ev rêxistin bi fermana Îranê û ji boy parastina eniya berxwedana Îranê ku bi “Mîhwera Miqawemê” binav dike, li Şengalê bicî bûn, hin milîs û grûpên çekdar pêk anîn, zarokên xelkê revandin, gelê Êzdî di nava xwe de kirin çendîn parçe, bi awayekî ku piştî danîna mîrê Êzdîyan ê nû wan jî li cem xwe mîrek din danî! Piştî danîna Babeşêxek nû, wan jî Babeşêxek nû li cem xwe danî, bi kurtasî aliyê ku bas li bratiya di nêvbera gelan dikir bû sedemek ji boy ji hev dûr ketina birayên yêk gel û yêk ol, wan her tişt bi slogan, îdolojî û piropagindeyên xwe tevlî hev kirin, ew dîsa bûne sedemek ji boy gefên dujminan li ser Şengalê.

“Şengal ne beşek ji Herêma Kurdistanê ye, ew beşek ji Îraqê ye”! Ev daxuyanî bi tenê bese ku mirov kîmyaya PKKê bizanibe!

PKKe bi dalqandina ala xwe ya hizbî û wêneyê rêberê xwe ê niha di zîndanê de, bi dirustkirina hin hêzên ser bi xwe ve li Şengalê bû sedemek ku tirkiye gefan bixwe, rayedarên leşkirî yên Tirkiyê çendîn caran daxuyanî dan ku ewê operasyoneke leşkirî li Şengalê encam bidin, ji berku rêxistinên ne qanûnî li wê derê hene û ew bûne gef li ser ewlehiya welatê me, bê guman ev yek bi tenê hênceteke ger na ji xwe her kes dizane PKKe ji aliyekê bûye pira derbasbûna Tirkiyê bû her cihekî ku Tirkiye bixwaze û ji aliyekê din jî bûye parêzera xeta ku Îran bi “Mîhwera Miqawemê” anku eniya berxwedanê bi nav dike. Hin caran Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji PKKê xwest ji Şengalê derkevin û wê derê teslîmî pêşmergeyan bikin lê belê rayedarên PKKê yên weke Besê Hozat ê di bersivê de digo: “Şengal ne beşek ji Herêma Kurdistanê ye, ew beşek ji Îraqê ye”! Ev daxuyanî bi tenê bese ku mirov kîmyaya PKKê bizanibe!

PKKe weke propaganda yek ji boy çapemeniya xwe bo dema 8 saetan ji Şengalê derketin û pişt re kincên Heşda Şebî li xwe kirin û dîsa vegerîn nava Şengalê de

Li roja 9/10/2020an lihevkirinek di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal de ji boy asayî kirina rewşa bajarê Şengalê hat îmzekirin, li gor vê lihevhatinê hikûmeta federal wê dosîya ewlehiya bajarê Şengalê bigre dest û pêwîste hemû hêzên ne qanûnî ku PKKe jî di nava wan da ye ji Şengalê derkevin, hêzên pêşmerge wê bi hevbeşî li gel hêzên artêşa Îraqê dosîya ewlehiya Şengalê bi rêve bibin, ev yek ji aliyekê ji boy derxistina hêzên mîlîşya yên ne qanûnî û asayîkirina rewşa Şengalê û vegerîna kurdên Êzdî ku niha di nava kampan de di rewşeke pirr xerab de dijîn bû, ji aliyeke din ji boy pêşî girtina operasyona çaverê kirî ya Tirkiyê bo ser Şengalê, lê belê PKKe û mîlîşyayên Heşda Şebî bi fermana Îranê li dijî vê lihevhatinê sekinîn, PKKe weke propaganda yek ji boy çapemeniya xwe bo dema 8 saetan ji Şengalê derketin û pişt re kincên Heşda Şebî li xwe kirin û dîsa vegerîn nava Şengalê de, ev yek jî bû sedemeke bihêz ji boy pêşî girtin ji cîbicîkirina lihevhatinê, paş vê yekê gefên Tirkiyê pirr zêdetir bûn bi taybetî piştî operasyona ser çiyayê Gare ku têde 13 leşkerên dîl yên Tirkiyê hatin kuştin, rayedarên Tirkiyê gef xwarin ku divê Şengal were dagîr kirin û rêxistinên ne qanûnî ji wir werin derkirin.

Piştî van gefên Tirkiyê Îranê gavek cidî avêt û li roja 11/2/2021ê “Abu Fadak ê serok erkanê heşda Şebî”  ku yek ji wan kesane ku navê wî di lîsteya terorîstan da ye li cem Amerîka û kesekî bawerpêkirî bûye li cem Qasim Suleymanî yê fermandarê feyleqa Quds ya supayê pasdarên Îranê, şand bajarê Şengalê.

Gelo Abu Fadak kîye û çima Îranê şand Şengalê?

Serê sibeha 3 Kanûna duyê a sala 2020an Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quds ê supayê pasdarên Îranê û Abu Mehdî El Muhendis Serok Erkanê Heşda Şebî ya Îraqê li gel hin berpirsên din ên îranî û Îraqî li nêzî balefirgeha Bexdayê ji hêla balefirên ceng yên dewletên yekbûîy ve hatin kuştin, ev yek bi dirbek herî bihêz li dijî Îranê û “eniya berxwedanê” tê dîtin. Piştî kuştina van berpirsan Îranê her yek ji serdar Qaanî weke Cihgirê Qasim Suleymanî û Ebdulezîz Almuhemedawî ê berniyas bi “Abu Fadak” ku hin caran bi “Xal” tê naskirin weke Cihgirê Abu Mehdî El Muhendis teyîn kirin, li destpêkê hin berpirs û mîlîşyayên şîe li dijî Abu Fadak bûn ji berku ew bi başî nas nedikir, Abu Fadak kesek bû ku nedixwest di çapemeniyê de derkeve ji ber vê yekê bi başî nedihat naskirin, lê belê Îranê bi weşandina hin wêneyên wî li gel berpirsên Heşda Şebî û berpirsên blind ên îranî weke Qasim Suleymanî karîn nerîna hemûyan biguherin û wî weke serok erkanê heşda Şebî diyar bikin.

Abu Fadak Sekreterê berê ê çekdarên Hîzbollah ê û endam civata tabûrên Hîzbollah ê paş salên 2003yane. Ew weke berpirsê sereke ê damezrandina tabûrên taybet ên Hîzbollah ê tê naskirin. Navbûrî yekîneyên êrîşên moşekî yên Hîzbollah ê ava kirbûn, ew fermandarê “Mîhwera Meqawemê” eniya berxwedanê di hin şerên li Sûriyê rûday, weke şerê “Til Şeib, Milîhe, Dewar Elhicîre û Xûte” bûye.

Gelo ev kes niha li şengalê çi dike?

Weke pêş niha me bas kirî, piştî gefên Tirkiyê Îranê xwest pêşiyê li operasyona Tirkiyê ji bo ser şengalê bigre, jiberku bi her êrîşeka Tirkiyê bo ser şengalê wê xeta berxwedana Îranê têk biçe, ev yek jî wê berjewendiyên Îranê li her yek li Îraq û Sûriyê bêxe di xetereyê de, loma Îranê Abu Fadak bi 4 tabûrên leşkirî yên ser bi heşda Şebî ve li rojên 11 û 12/2/2021an şandin Şengalê. Îranê ji vê pêngavê du armanc hene, yek ji wan armanca eve ku PKKê û hêzên din ên ser bi PKKê ve ku niha di nava Şengalê de ne û beşek in ji “Mîhwera Miqawema” Îranê di nava hêzên Heşda Şebî de veşêrin daku hinceta ji tirkiyê re nehêlin, ji aliyekê din daku bibe rêgir li himber cîbicî kirina lihevhatina di nêvbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jiboy asayî kirina rewşa Şengalê û derkirina hemû hêzên ne qanûnî di nava Şengalê de, bê guman ev yek jî di berjewenda Îranê de nabe.

‌Her ku diçe egera êrîşa Tirkiyê bo ser Şengalê zêdetir dibe

Bi kurtasî her ku diçe egera êrîşa Tirkiyê bo ser Şengalê zêdetir dibe û wisa tê çaverêkirin Şengal weke beşek ji Kurdistanê dîsa bibe qada şerek pirr bi xwîn, şerekî di nêvbera mîratgirên herdu împratoriyên Osmanî û Sefewî de, ev şer jî weke şerê Çaldîran ku bû sedema parvekirina Kurdistanê û sor bûna erdê ji xwîna kurdan û derbeder bûna wan, dibe careke din bibe sedema parçe kirina Kurdistanê û derbeder bûna dubare a kurdan, jiberku dîrokê ev yek îsbat kiriye, her şerek di nêvbera van du dewletan de bi zirar û ziyana herî mezin a kurdan û kurdistanê bi dawî bûye.

Em hêvîdarîn PKKe hişên xwe bîne serê xwe û ne ji Tirkiyê re bibe hêncet ji boy êrîşî, ne jî ji boy Îranê bibe dardest. Erka rewşenbîr û wilatparêzên kurde ku PKKê şiyar bikin û wan ji xeyala saxte ya biratiya gelan ku bi her awayekî bi wateya kolekirina kurdan û asîmîle kirina wan tê, dûr bikin.

Pustên heman beş