Gelo Karaylan di axaftina xwe de samîmî ye?

Gelo Karaylan di axaftina xwe de samîmî ye?

Nirxandina Murat Karaylan a di 22 ê Sibatê de li Stêrk TV yê li ser operasyona tirkiyê li çiyayê Gare, bêtir axaftinek propagandayî bû ji bo raya giştî. Raya giştî ya ku hinekî li siyasetê fehm dikin, bi vê propagandeya Karaylan razî nebû. Bi rastî, axaftina Karaylan tijî nakokî bûn loma jî pêwîstî bi bersivdanê heye û ew nêrînên ji hevdu negirin, divêt werin mehkûm kirin.

Ger Abdullah Ağar provakator be, çapemeniya PKK çi ye?

Hêjan 48 demjimêr liser Operasyonê derbas nebûyî Şêwirmendê Leşkerî yê dewleta Tirk Abdullah Agar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsî: “Pêşmerge bi kincê leşkerê Tirk beşdarî operasyonê bû” Li ser vê yekê, medyaya PKK ê zûka dest bi propogandayê kir ku got “pêşmergeyên PDK beşdarî operasyonê bûn” çavkaniya vê nûçeyê şêwirmendê leşkeri yê dewleta Tirk Abdullah Agar da zanîn. Çapemeniya PKKê ev propagandeya reş wisa pêşda bir ku yek ji nivîskaran PKK ê bi navê Kurtay Serhat îdîa kir ku li lûtkeya Çîyayê Gare “Qesra Sedam” tê zanîn, ku cîhek tûrîstîk e ku mirov her roj serdana wî dike, di got Tirka li wir çîhê helîkoptera çêkiriye û leşkerên Tirk li vir bicîh bûne.  Bê guman, girseyên Ewropa û Bakurê Kurdistanê, ku nizanin Qesra Sedam li ku derê ye jî, bi vê bawer bûn. Naha, çi cudahî di navbera Kurtay Serhat, Ferda Çetin û şêwirmendê şerê taybet yê Tirk Abdullah Ağar de heye? Bê guman nîne. Her du alî jî fesadîyê dikin ku Kurdan bi hevdu bidin şerkirin.

 Karaylan di axaftina xwe ya li Stêrk TV de şîrove kir, got “Yên ku dibêjin pêşmerge beşdarî operasyona Gare bûne, xerabiya vî gelî dixwazin, ew dixwazin Kurd şerê hev bikin.” Lê ji endamên çapemeniya xwe yên ku ev nûçe çêkirine re tu rexne nekirin. Çapemeniya PKK ê ev beşê axaftina Karaylan neweşand. Naha pirsa bingehîn ev e: Gelo Karaylan viya bi bawerî dibêje, an ew wek herdem rola mirovekî maqûl dilîze?

“Riya dojehê bi kevirên niyetên baş hatiye çêkirin”

Di 12ê Sibatê Cemîl Bayîk digot “bi PDK re pevçûn bûye zarûrîyet” û nirxandina Karaylan bê hevkariya PKK ê û heşda şebî weke nîyetekî pak bigirîn dest, dê çewt be. HPG rêxistineke merkezî û tunde.  Di nîvê vê navendê de jî Cemîl Bayîk heye. Ango, siyaseta PKK ê bi gotinên xweş û nerim ên Murat Karaylan, nayê dîyar kirin. bi gotinên Cemîl Bayîk tê diyar kirin.

Li ser vê meseleyê poliyanîzm lîstin, binêrin; “PKK yekîtiyê dixwaze”, xelet e ku mirov bibêje Karaylan çiqas xweş peyivî. Di vê nuqteyê de, divê em gotina navdar a Marx bi bîr bînin: “Riya dojehê bi niyetên baş ve hatîye çêkirin”. Li meydana siyasî, bi taybet li Rojhilata Navîn, liser sifra gûra divê mirov bi gotinên baş xwe nexapîne.

Neynika mirovî şole, li gotinan nenêrin: Werin em li pratîka PKK ê binêrin.

Karaylan di nirxandina xwe de got, “Têkilya navbera PKK û PDK têkiliya herî diyarker e. Ger welatên dijmin li hevdu bicivin, divê em Kurd jî ligel hev bicivin.” Ew gotin bi rastî xweş tê guhê mirov. Divê Kurd bi hev re di nava danûstandinan de bin. Lê wekî me got, her tişt bi gotinên qenc çê nabe. Wekî din, “neynika mirov kar e, mirov li gotinan nenêre”. Em ê ne li van gotinên nerm û maqûl ên Karaylan, lê li pratîka PKK ê binêrin. Beriya her tiştî, heke PKK bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê xwe re dilpak be, divê ewil derkeve û têkiliya xwe ya bi Haşda şabî re dawî bike.

 Armanca sereke ya Haşda şabî bidawîkirina statoya hebûna Herêma Kurdistanê ye. Têkiliya PKK ê bi Heşda şabî re ne têkiliyek asayî, herêmî û periyodîkî ye. Têkiliya PKK- heşda şabî têkiliyek herêmî ye ku li ser hevkariyek stratejîk û bernamecek hevpar ava bûye. PKK li gel Heşda Şabî, li Şengal û Mexmûrê bi fermande yek leşkerî û siyasî ya hevbeş li dijî rêveberiya herêma Kurdistanê hate rêxistin. Yên ku bi dujminên Herêma Kurdistanê re têkilî daynin nikarin bang bikin û bibêjin em bira ne.

Divê Karaylan bangî kê bike?

Ger Karaylan têkiliyên PDK-PKK ji bo pêşeroja Kurdan wekî stratejîk dibîne, berî her tiştî, divê ew bang li rêxistina xwe bike û bibêje: “Hevkariya bi heşda şabî re dijminatiya Kurd û Kurdistanê ye, dev ji vê berdin, arteşa Iraqê neîne Şengalê”. Bêyî ku têkiliya xwe ya bi Haşda şabî re biqedîne ti hevdîtinên yekîtiya netewî bi PKK re çênabin.

Ger Karaylan bawerî bi lezgîniya têkiliyên nav mala Kurdî heye, divê pêşî li çapemeniya PKK ê ya dijminatiya kurdan dike, bigire. Divê ew bêje dev ji provakasyona di navbera partîyên Kurdan de kirinê berdin. Heya ku medyaya PKK ê, ku dijî statoya herêma Kurdistanê zimandirêjî bike, heqaretê li Pêşmerge bike û kurdan bike dijminê herêma Kurdistanê, hevdîtinek bi PKK ê re çêkirin di berjewendîya netewa Kurd de nabe. Di axaftina xwe de, divê Karaylan rexne ku li Abdullah Ağar kirî û her weha ji medyaya PKK, ya ku rojane ji hêla koma Enqerê ve tê kontrol kirin re jî hinek helwest nişan bide û rexne bike.

Digel ku pirsgirêkên stratejîk ên ewqas girîng hene li holê de bi tenê rexneya Karaylan a li dijî xebatkarê şerê taybet ê Tirk Abdullah Ağar weke pêngavekî pirr girîng dîtin helwestek kême. Ji ber ku paşeroja hevpar a mirovahiyê dibêje; Yên ku gotinên çewt û çewt şîrove dikin û hêvîyên vala avadikin dê biçin dojehê.

Nesamîmî bûna Karaylan di pirsgirêka Cotyar Muhsin de

Di axaftina Karaylan de, nirxandina ku wî ji bo ciwanê bi navê Cotyar Muhsin ê ji gundê Siyarê ê ser bi Amedîyê ve, ku di şikefta Gare de hatibû kuştin, kirî, nirxandinek bi tevahî bê wijdan bû. Marê Reş. Wî axaftinên wekî “Cotyar Muhsin ne di bin binçavkirinê de bû, ew bi hevalên xwe re bû, em da wî azad kin, ez ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim” yên ku rastîya bûyera Cotyar Muhsin dizanin ji vê peyama Karaylan pir qehir bûn.

Hûn ê Cotyar di 29ê Çile de birevîin û dê înkar bikin ku li gel we ye, heta ku mirovên gund di 5 ê Gulanê de dijî bûyerê xwepêşandan kirî, hûn ê daxuyaniyek bidin dê bibêjin ew kesekî ajan e, piştî we ew operasyona Gare de dayî kûştin jî hûnê rabin serxweşî li mala wî bikin, ev helwesta PKKê bêşermîyekî mezine. Birastî, nayê qebûl kirin ku Karayilan wekî fermandarê HPG ê derewek wisa hêsan bike. PKK ê Cotyar Muhsin bernedida. Ew salek girtî bû û malbata wî 40 KM jê dûr bû, wa nehişt ku yek name jî, ji bo malbata xwe binivîse. Lê mixabin, Karaylan nabîne ku ev propagandaya genî bûyî, û mirov pê bawer nakin û şik gûman nêzî daxuyanîyên PKK ê dibin. PKK hê jî we bawerdike ku gelê Kurd bi hemû derewên wan bawer dike, lê Karaylan û Şûraka xwe bila bizanin ku êdî tu kes bi virên wan bawer nake.

Pustên heman beş