Serokwezîr: Ev komên çekdaran li ser Kurdan xeterî ne

Serokwezîr: Ev komên çekdaran li ser Kurdan xeterî ne

Serokwezîrê Başûrê, wezîrê navxwe yê Îraqê ji  xeterîya guherînên demografî yên li kerkûkê û navçeyê Kurdistanî haydar kir û ragihand ku ev yêk ne di berjewendîya tu alîyekê de ye.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro roja şemî 27/2/2021an pêşwazî li Osman Xanimî wezîrê navxwe yê Hikûmeta Îraqa federal kir.

Li gorî agahiyên ku ofîsa çapemeniyê a serokwezîr, Mesrûr Barzanî rojeva Îraqê û Başûrê Kurdistanê û navçeyê, hemwext mesela budceya welat û peymana Şengalê bi wezîrê navxwe re nîqaş kirin.

Mesrûr Barzanî di vê derbarê de wezîrê navxwe yê Îraqê ji girîngîya cî bi cî kirina peymana Şengalê û derketina mîlîşya û hêzên çekdarên neyasayî ji navçeyê haydar kir, hemwext bas li xeterîya guherîna demografî û dest dirêjîya li ser şêniyên Kurd û dagîrkirina zeviyên wan yên çandiniyê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî kir.

Mesrûr Barzanî ji wezîrê navxwe yê îraqê re go ku ev rewş ne diberjewendîya tu alîyan de ye û pêwîste rê lê were girtin.

Di beşeka civînê de, serokwezîr û wezîrê navxwe diyaloga Hewlêr û Bexdayê a li derbara budceya welat ya sala 2021an nîqaş kir, hemwext hilbjatnên pêş me yên Parlimena Îraqê.

Hêjay gotinê ye, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li dawîya sala rabûrî ji bo asayî kirina rewşa Şengalê peymanek îmze kir, ev peyman rê bi avedankirina Şengalê û vegerîna awareyên Êzidî dide, hem dem pêwîst kirîye çekdarên rêxistna PKKê û Heşda Şabî ji Şengalê biçin, lê belê ev peyman nehatîye cî bi cî kirin û PKKe û şirîkên wan yên Heşda Şabî bûne astengîya sereke li himber cî bi cî kirina vê peymanê.

Pustên heman beş