Berpirsê mezin ê ewlekariya Îranê Elî Şamxanî îro Şemîyê ragihand ku êrîşên esmanî yên Amerîka roja Înê li Sûrîyê pê anî handana terorê li herêm dikin.
Waşintonê got ku êrîşên dijî bingehên grûpa Ketaêb Hizbulah bersiva êrîşên rokêtan bûn li dijî armancên Amerîka li Îraqê.
Şamxanî got: “Kiryara Amerîka ya dawîyê çalakiyên Daiş a terorîst li herêmê bihêz û berferh dikin.”
Şamxanî ev axaftina di dema serdana wezîrê derve yê Îraqê Fuad Hisên bo Îranê de gotin.
Hisên li Îranê ye ji bo “gotûbêjkirina pêvajoyên herêmî, di nav de jî dîtina rêyên balanskirina pêwendîyan ji bo jinavbirina girjîyan.” Li gor daxuyanîya wezareta derve ya Îranê.
Berpirsekî mîlîtanên Îraqê ku nêzîkî Îranê ye got ku êrîşan çekdarek kuşt û 4 birîndar kirin. Berpirsên Amerîkî got êrîş sînordar bûn, da diyar bikin ku rêveberîya Joe Biden dê bersivên tund bide û di heman demê de hewla dûrketina ji gurkirina girjîyên herêmî bide.