Pentagon bersiva Tirkiyê da: “S-400 ji S-300 an talûketire”

Pentagon bersiva Tirkiyê da: “S-400 ji S-300 an talûketire”

Li ser mijara ku S-400 ji rojevê dernakeve, wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar weka mînak endamê NATO yê Yûnanistanê dabû ku Yûnansitan li Girava Giridê ji berê de S-300 an bicîh kiriye. Li ser gotina Akar, ji Pentagonê berdevkê wê Thomas Campbell bersiva wezîr Akar da û got ku sîstema S-400an ji ya S-300 an talûketire.

Berdevkê Pentagonê weha got: “Ez bang dikim ku Tirkiyê sîstema S-400 an di destê xwe de negre. Firotinên weha bo Rûsan xwegihandin, pere û desthilatî çêdike. Tirkiye demeka dirêje hevkarê NATO yê û bo me bi qiymete. Lê mijar, ji ber Tirkiyê hevkarê Amerîkayê û yê NATO ye, bi berpirsiyariyên Tirkiyê re ne liheve.”

Berdevkê Pentagonê yarbay Thomas Campbell li ser mijara S-300an weha got: ” Her du ne heman tiştin. S-400 ji aliyê talûke yê de bo NATO û Amerîkayê tehdîdeka mezintire. Zêdetir jî Tirkiye sîstemê kiriye û endam û hevkarên NATO yê, di sala 2016 an de li Varşovayê di zîrweya NATO yê de soz dabûn ku kirîna alavên Rûsyayê kêm bikin. Ev kirîn li dijî biryara Varşovayê ye.”

Pustên heman beş