Îsraîlê çekdarên Îranî li Sûriyê hedef kirin

Îsraîlê çekdarên Îranî li Sûriyê hedef kirin

Firokeyên Israîlê careka din êrişa mîlîşyayên Îranê li Sûriyê kir û hejmarek ji pêgehên wan li derdora Şama paytext bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê pêgehên hêzên ser bi Pasdaranê Îranê û Hizbulaha Libnanî li derdora bajarokê Seyide Zêneb li başûrê Şamê bombebaran kirin. Lê ziyanên wê nehatin zanîn.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê Sana li ser zarê jêderekî leşkerî diyar kir, sîstema wan a berevaniyê rûbirûyî wê êrîşa Îsraîlê bû û piraniya mûşekan berî bigihin armanca xwe şikandin.

Ev êrîş piştî wê tê, roja 15ê vê mehê firokeyên Îsraîlê binkeyên û komgehên çekan ên hêzên ser bi Îranê ve li başûr û rojavayê Şamê bombebaran kiribûn û di encamê de 9 çekdar hatibûn kuştin.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî Îsraîl deam binkeyên van hêzann li Sûriyê hedef dike.

Pustên heman beş