Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemî 4/3/2021an beşekî îtîraf û wan belgeyan parvekirin ku bi sedema wan hukmê 6 salan zîndan kirinê ji boy endamên vê grûpa sîxurî hatbû derkirin.
Di îtîrafên endamên vê girûpê de xweya dibe ku vê girûpê kar ji boy dirust kirina grûpeke biçûk a sîxuriyê kiriye û melomat kom kirîne û dewreya bikaranîna çekê bê deng dîtîne û xwastiye sîstema siyasî a Herêma Başûrê Kurdistanê biguherînin, vê girûpê dîmenên karwanên leşkirî û baregehên saziyên ewlehiyê li Başûrê Kurdistanê kişandine û bi awayeke raste rast têkilî bi PKKê re hebûye.
Di îtîrafên endamên vê girûpê de bi awayek eşkere derdikeve ku PKKe ji boy têkdana rewşa Başûrê Kurdistanê ji ti tiştekî xwe dûr nagire, heta terorkirina dadwer û berpirsên saziyên hikûmî jî.