Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov, li ser bangewaziya Amerîkayê li Rûsyayê ku xwestibû çekên xwe yên kîmyewî îmha bike daxuyanî da.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li Rûsyayê kiribû, ji bo dorpêçên nû yên ji ber girtin û jehrîkirina serokê opozîsyona rûsî Aleksey Navalny li ser Rûsyayê neyên sepandin, bila hemû çekên xwe yên kîmyewî îmha bikin.
Berdevkê Kremlînê Peskov jî di civîneke rojnamevanî de bersiva Amerîkayê da û got, “Em dizanin Amerîka jî di nav de çend welat çekên kîmyewî li nav xaka xwe hiştine. Ew bangewazî bê bingeh û ne mentiqî ne, lewra Moskowê hemû çekên xwe yên kîmyewî zû de îmha kirine. Di destê Rûsyayê de çekên kîmyewî tune ne.”