Papa bi peyama aştiyê hat û me bi şûrî ew pêşwazî kir

 Papa bi peyama aştiyê hat û me bi şûrî ew pêşwazî kir

Emar Hekîm serkirdê Şîe yê Îraqê, awayê pêşwazîya dewleta Îraqê li papayê Vatîkanê rexne kir û got: Ew bi peyama aştiyê hat û me bi şûrî ew pêşwazî kir.

Emar Hekîm serkirdê siyasî û olî yê Şîe duh li dema ku pêşwazî li papayê Vatîkanê hatîye kirin, awayê pêşwaziyê rexne kir û got: Papa hatîye û dibêje peyama aştiyê bi min re ye, lê belê dewleta Îraqê bi şûrî pêşwazî li wî kir.

Emar Hekîm li hesaba xwe a twitter ê wusa nivîsand: Papa hat û got ku peyama aştiyê bi min re ye, lê belê Îraqê bi şûrî ew pêşwazî kir, Emar Hekîm pirsî ye, gelo qey tiştekê dinê layqî pêşwazîyeke wusa, di kultûra me a Îraqê tuneye?!

Mebesta Emar Hekîm ji wan gotinên xwe ew girûpên sema kultûrî yên Îraqê bûn ku bi şûrî li herdû alên papa di leyzîn, wexta ku Papa û Mistefa Kazimî serokwezîrê Îraqê li ser ferşa sûr di meşyan.

Hêjay gotinê ye, papa Firansîs papayê Vatîkanê ev dû roje bi serdaneke dîrokê li Îraqê ye û wusa biryare serdana Hewlêrê a paytexta Başûrê Kurdistanê jî bike.

Pustên heman beş