Rejêma Îranê girtiyekî kurd bidarvekir

Rejêma Îranê girtiyekî kurd bidarvekir

Li bajarê Erak yê Îranê, girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 28 Sibata îsal girtiyekî kurd bi navê Hamid Mistefayî li girtîgeha navendî ya bajarê Erak yê Îranê de hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd sê sal berê li ser madeyên hişber li nêzîkî bajarê Erakê hatibû girtin.

Hamid Mistefayî xelkê gundê Çixasîd yê bajarokê Hersîn li parêzgeha Kirmaşanê bûye. Ew 31 salî û bi jin bûye.

Pustên heman beş