2 milyon dolarên PKKê hatin girtin

2 milyon dolarên PKKê hatin girtin

3 çekdarên PKKê bi kujmê 2 milyon dolarên Amerîkî li navçeyên sînor ketin destê arteşa Tirkiyê, çekdaran di xwest van pereyan bighînin rêxistinê.

Li navçeya Raî a girêday bajarokê Babê li sînorê Bakurê Kurdistanê û Sûriyê, 3 çekdarên PKKê bi kujmê 2 milyon dolarên Amerîkî ketin destê arteşa Tirkiyê, çekdaran di xwest derbasî Minbcê bibin ji bo ku wan pereyan bigihînin rêxistina PKKê.

Ajansa Enadolê a dewleta Tirkiyê belav kir ku ev çekdar hatine bin çav kirin û danpêdan kirine ku wan dixwest van pereyan bighînin berpirsên PKKê li Minbcê.

Hêjay gotinê ye, stendna bi zor a bacê ji şênî, wezîfedar, xwedîkar û bazirganên Rojava Kurdistanê, hemwext bazirganîya maddeyên hişberê, çavkanîya sereke ya darayî ya rêxistina PKKê ye, ev yêk ji hêla Europol ê, polîsên Yekêtîya Ewropayê ve hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş