PKKê 59 Gerîla li Bakurê Kurdistanê ji destdan

PKKê 59 Gerîla li Bakurê Kurdistanê ji destdan

Rêxistina PKKê 59 Gerîla li meha rabûrî li Bakurê Kurdistanê ji dest dane, Tirkiyê jî biryara bin çav kirinê ji boy 490 kesan bi cînayeta alîgrîya vê rêxistinê derxistîye.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê amara zirarên rêxistina PKKê yên meha rabûrî li Bakurê Kurdistanê eşkere kir û li gorî vê amarê, di tev operasyonên ku li bajarên Kurdî hatine pêkanîn, 59 Gerîlayên PKKê hatine qetil kirin.

Daxuyanîya wezareta navxwe hemwext dest nîşan kirîye, pêtirî 180 cî û nuqteyên PKKê di êrîşên meha rabûrî de hatine îmha kirin.

Her çend ku wezareta navxwe ev daxuyanî duh roja şemî 6/3/2021an daye, lê belê rêxistina PKKê û balê wê yê leşkirî HPGê hêjan tu agahî belav nekirine û ev daxuyanîya Tirkiyê ne derewandîye.

Rêxistina PKKê û dewleta Tirkiyê hemû mehekê amara zirarên canî yên hev belav dikin, lê belê herdû alî rast nabêjin û van ziraran weke şerekî taybet yê medyayê li dijî hev bikartînin.

Pustên heman beş