Êvara îro roja yekşemî Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, di dem û cihê pêwîst de ewê bersiva êrîşa Eyn Esed bidin.
Îro roja yekşemî 07.03.2021ê Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Lloyd Austin ji kanala ABC ya Amerîkayê re axivî û da ragihand ew bi pêwîst dizanin bersiva êrîa ser binkeya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bidin û berjewendiyên Amerîkayê biparêzin û dawî li êrîşên mûşekî yên ser hêzên Amerîkayê bînin.
Herwiha Lloyd Austin, aliyên Iraqî hatine erkdarkirin ji bo lêkolînê derbarê wê rûdawê û encamên wê de bikin û êrîşkaran aşkere bikin.
Di berdewamiyê jî de Lloyd Austin, tekez kir ew ê bersiva êrîşa serbazî bidin û bi pêwîst dizanin û di her dem û cihê pêwîst de ew ê bersiva êrîşa Eyn Esedê bidin.
Cihê behsê ye di encama êrîşa mûşekî ya hefteya borî roja çarşemê li ser binkeya serbazî ya Eyn Esed a Amerîkayê li Enbarê karmendekî binkeyê miribû.