Ruhanî: Heger Amerîka razî be, em amade ne pêngavan biavêjin

Ruhanî: Heger Amerîka razî be, em amade ne pêngavan biavêjin

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di derbarê sizayên Amerîka de axivî û got, dema ku Amerîka sizayên aborî li ser welatê wan rake, ew amade ne pêngavan biavêjin bo bicihanîna hemû pêgiriyên di peymana navokî de.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî got: “Îran amade ye rasterast hemû tedbîran bistîne ji bo bicihanîna tev xalên peymana navokî û hemî soz û pêgiriyên xwe pêk bîne, tenê dema Amerîka sizayên neqanûnî rake.

Ruhanî welatên Ewropî yên beşdarên peymana navokî ya bi Îranê re, Brîtanya, Fransa û Almanya rexne kir û ew bi bêxemî û danîna astengiyan li hember peymanê bi nav kir.

Serokê Amerîka Joe Biden îşaret bi amadebûna Amerîka dabû, ku peymana navokî zindî bikin, lê wî tekez kir ku divê pêşî Îran pêgiriyên bi hemû xalên peymana navokî re pêk bîne

Pustên heman beş