Efsaneya Kurd bi cîhanê nasandîn

Barzanî di jiyana xwe de çendîn qonaxên siyasî derbas kirîne, herçend ew li başûr ji dayk bûye û piranya şoreşên wî li başûr bûne lê ew ji aliyê gelê Kurd bi giştî, anku li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bi kesek şoreşgêr û pakij û Kurd perwer tê nasîn, ew li cem piraniya Kurdan kesek pakij û pir pîroze.

Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ku xwedî roleke pêşeng e di dîroka Kurdistanê de, berî 118 salan rojek wek îro 14ê Adara 1903yan ji malbateke olî û netewperwer li devera Barzan çavê xwe ji dinyayê re vekir.

Mele Mistefa Barzanî yekem serkirdeyê Kurd bû ku xebata Kurdî ji bazna navçeyîbûnê xiste xebata niştimanî û her dem daxwaza mafê seretayî, mafê mirovî û kulturî kir ku daxwazên tevgera rizgarîxwaza Kurd bilind kir di asta siyasî de.

Mela Mistefa Barzanî, karî doza Kurd û Kurdistanê ji pirseka veşartî û lokal bike pirseke eşkere û navdewletî û doza rewa ya gel bi cîhanê bide nasandin.

 Ev jî giringtirîn qonaxên jiyana serokê nemir Barzanî ne:

– Mele Mistefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara sala 1903an jidayik bû.

– Di temenê xwe yê 3 saliyê de ji aliyê Osmaniyan ve ji piştî şikestina Şoreşa Barzanî Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mele Mistefa Barzanî hat girtin û Mistefa Barzanî û diya xwe ve li Mûslê hatin zîndanîkirin.

-Di sala 1919an de beşdarî şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd dibe û serkirdatiya hêzeke 300 kesî pê tê dan, paşan li sala 1920an de ji aliyê Şêx Ehmed Barzanî (birayê Serokê nemir) dihêt rewane kirin ji bo Bakurê Kurdistanê taku alîkarya Şêx Se’îdê Pîran bike di şoreşa Bakur de.

-Di şoreşên sala 1931-1932an de ji bo berevanî kirin ji enyên (Mêrgesûr û Şêrwan) dibe fermandarê hêzeke mezin a pêşmergeyan li dijî dewleta Berîtanya, her di vê şerê de bû ku weke fermandareke serbazî û xwedî şiyan û bispor hatî nasandin.

-Di sala “1943 _ 1945 ” an de, bi ser fermandariya Barzanî, hêzên Barzaniyan şer û berxwedanên dijwar, li dijî Berîtanya û hêzên dewleta Îraqî kirin.

-Di sala 1946 an, Mela Mistefa û bi hezaran pêşmerge tevlî komara Kurdistan li Mihabadê bûn, û li wir Barzanî yê nemir dibe serfermandarê giştî yê leşkerê komarê û pileya Generaliyê werdigire.

-Di sala “1946 ” an de, partya demoqrat Kurdistanê li başûrê Kurdistanê  bi destê Barzanî hat damezrandin.

-Di sala” 1947 ” an de û piştî herfandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, Mela Mistefa û “500 ” ji pêşmergeyên Barzaniyan, di nav sînorên” 3ê “,dewletan, “Îran, Îraq, Tirkiyê”, bi meşê û bi koçeke dîrokî berê xwe dane yekîtiya Sovietê, Barzanî li gel hevalên xwe” 12 ” salan li wir dimînin.

– Di sala “1958 ” an de, piştî rûxandina rejîma melekî li Îraqê, Barzanî û gelek hevalên xwe vegerîn welatê xwe.

– Di “1”ê îlona sala “1961 ” ji bo bi dest xistina mafên neteweyî ji gelê Kurd re, şoreşa Kurd, bi serokatiya Barzanî, destpêkir, piştî şerên dijwar û xebateke dûr û dirêj.

– Di “11ê ” Adara sala “1970 “an, berpirsyarên Kurdan û Hikûmeta Îraqê, li ser autonomy ji gelê Kurd re lihevkirin, lê rejîma Be’is, xwe nade ber pêkanîna xalên gring ji peyama Adarê.

– Di 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza li Cezaîrê, şoreşa Îlonê rastî şikandinê tê û ji ber wê Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyên şoreşê riya koçberiyê hilbijart.

– Piştî şikestina 1975an careke din Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bingehê yê şoreşê kir.

– Di heyama jiyana xwe de du caran Mele Mistefa Barzanî rastî hewlên terorkirinê hat û mocîze hat rizgarkirin, yek di 29ê Îlona 1971an û ya duyem jî di 16ê Tîrmeha 1972an de bû, lê her du caran ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, parastina aştî û aramiyê Kurdistanê dirustnebûna şer, rêkeftina Adara 1970î ya bi Bexdayê re hilneweşand.

– Di 1ê Adara 1979an Mele Mistefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.

– Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li aramiya xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayikbûna xwe hat veguhastin û li navçeya Barzanî bi xakê hatin spartin.

Barzanî di jiyana xwe de çendîn qonaxên siyasî derbas kirîne, herçend ew li başûr ji dayk bûye û piranya şoreşên wî li başûr bûne lê ew ji aliyê gelê Kurd bi giştî, anku li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bi kesek şoreşgêr û pakij û Kurd perwer tê nasîn, ew li cem piraniya Kurdan kesek pakij û pir pîroze.

Pustên heman beş