Hat ragihandin ku Rûsya milîsên girêdayî Îranê ji du bîrên petrol û gazê yên li gundewarê Reqayê derxistin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên deverê, hêzên feyleqa 5 ya bi ser Rûsya ve doh dest danî ser zeviyên Sewre yê petrolê li başûrê rojavayê Reqayê piştî ku milîsên Fatimiûn yê girêdayî Supaya Pasdarên Îranê ji wir vekişiyan.
Rûsyayê berî niha jî dest danîbû ser her du zeviyên gazê yê Tiwînan li navçeya Tebqa li gundewarê Reqayê ku nêzîkî sînorî idarî yê parêzgeha Humsê ye.
Zeviyên Sewre rojane nêzîkî 2 hezar bermîl petrolê berhem tîne ku di sala 2010an de ev rêje 6 hezar bermîl bû.
Zeviyê Twînan yê gazê jî niha rojane nêzîkî 3 milyon metre çarçik gaza paqij û 60 ton gaza malan berhem tîne.
Zeviyên petrol û gazê bi giştî li her du parêzgehên Heseke û Dêrezorê ne ku zeviyên Rimêlan li Heseke, Omer û Tenek li Dêrezorê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.