Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyekê de kîmyabarana Helebce ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve şermezar kir û bang li gelê Kurd kir, ev bîranîna bi êş bibe handanek ji bo yekrêziya Kurdî.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyanyekê de ragihand, rejîma rûxandî ya Beisê ya Iraqê roja 16’ê Adara 1988’an komkujiyek di derheqê xelkê Helebce û gundên derdora wê de kir ku bû sedema şehîdbûna zêdetirî 5 hezar kesan û birîndarbûna nêzî 10 hezar kesên din ku piraniya wan zarok û jin bûn.
ENKSê diyar kir, “Ev êrîş yek ji êrîşên herî giran ên kîmyewî yên li dijî welatiyên sivîl bi kar tê bû. Ji ber hovîtiya vê êrîşa li ser gelê Kurd hatiye kirin, hemû mirovahî û wîjdana cîhanê hejiya.”
ENKSê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Em wek Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriye, ligel ku vê tawana şrmezar dikin, bang dikin ku roja 16ê Adarê bibe rojeke cîhanî ya qedexekirin çekê Kîmyayî.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de, bang li gelê Kurd kir, ev bîranîna bi êş bibe handanek ji bo yekrêziya Kurdî li dijî rikberiyan û ji bo parastina destkeftiyên ku serkirdatiya aqilmend a Herêma Kurdistanê bi dest ve anîne.”
Herwiha ENKSê bang li gelê Kurd kir, roja 16ê Adarê di demjimêr 11:00 de li ser rê û li pêş mal û dikanan 5 kêlîkên bêdeng ji bo giyanên şehîdên Helebceyê rawestin.