Bandora serdana Papa ya meha Adarê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hîn jî berdewam dike. Pêvajoya ku em dikarin wekî dijberîya pûlê binav bikin hîn jî ne qedîyaye. Sedemên vê yên siyasî, dîrokî û diplomatîk ên pir girîng hene.
Beriya her tiştî, Papa û Vatîkan ne saziyeke siyasî ye, lê saziyeka xwedan bandorek mezine li ser sîyasetê. Wekî din, çavên cîhana Rojava li ser papa ne û li herêma Kurdistanê şêwazê pêşwazîkirina Papa pir watedar û pir girîng bû. Her kes dizane ku Papa li tu welatekî Rojhilata Navîn bi vî rengî nayê pêşwazî kirin, û li tu welatekî Rojhilata Navîn civaka Kiristiyan nedikarî ewqas bi dilxweşî Papa pêşwazî bikin. Vê yejê rastîya pirensîbên têgeha bi hevre jîyanê û fikra wê ya hemdem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hemî nasnameyên olî, çandî û neteweyî digire nav xwe eşkere kir.
“Kurdistan; di nava Rojhilata Navîn a xwedan zihniyetek olperest û monarşîst de weke girava aramî û azadiyê ye.”
Destpêkê, pêdivî ye ku em vê vedîtinê bikîn: Herêma Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn modelek bingehîn e ku cudatiyên etnîkî, olî û çandî dikarin bi hev re dinava aramiyê de bijîn. Herêma Kurdistanê ji hêla dagirkeran ve hatiye dorpêç kirin, û ew ji ber vê siyaseta dewletên dagirker a dije-Kurd li herêmê bi pirsgirêkên aborî û siyasî re rû bi rû ye. Ev Dorpêçkirina eniya dije-kurd a liser herêma Kurdistanê ji bo pêşketinên mayînde li Kurdistanê werin kirin pirr rêgirî û astengî ya ava dike. lê ev dijberî û dorpêç hemî nikarin vê rastiya Herêma Kurdistanê ya pêkve jîyanê biguherînin. Kurdistan; di nava Rojhilata Navîn a xwedan zihniyetek olperest û monarşîst de weke girava aramî û azadiyê ye.
“Hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şikandina sîstema dijî Kurde”
Lêbelê, di sedsala 20 an de hebûna Kurdan nehat dîtin û hatin paşguh kirin. Li seer dema Peymana Sykes Picot a di 16 ê Adara sala 1916-an de û heya Peyman Lozanê hatî îmze kirin, dewletên rojavayî Kurd nedîtin û dagîrkirina axa Kurdistanê meşrû kirin. Dûv re, di Konferansa Parîsê û Sevrê de jî di 1919 de, yekparçebûna Kurdistanê nehat qebûl kirin. Li aliyê din Lozan encama hemî pêvajoyan e. Li 24 Tîrmeha 1923 Peymana Lozanê bo starta destpêkirina sedsalekî pirr ji komkujî, qirkirin, asîmîlasyon, şer û pêvajoyek bi êş-azar ji bo Kurd û Kurdistanê. Ev peymane hemî rojavayî ya kirin. Ji bo eniya dije-Kurd a herêmî jî hemî derfet hatin dayîn ku li dijî Kurdan komkujî yan bikin. Ev pêvajoya dije-Kurd ya li Sykes Picot hatî despêkirin ji sala 1990 û virve hate guhertin. Em dikarîn bêjîn, başûrê Kurdistanê derizandinek xiste wê peymana ku têde pêvajo û sîstema dijî Kurd a herêmî û navdewletî ji dema peymana Sykes-Picot ve berdawam dikir. Hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şikandina sîstema dijî Kurde. Ji ber vê yekê, dijderketina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şikandina sîstema Lozanê û daxwaza domandina bindestîya Kurdistanê ye. Niha Rojava yê Kurdistanê jî wekî darbeyek biçûk tevlî vê pêvajoyê bûye.
“Modela guncaw ji bo Rojhilata Navîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye”
Ji dema destpêkirina pêvajoya bi navê Bihara Erebî ya li Rojhilata Navîn de, di sîstema Sykes-Picot de erdhejek mezin heye. Hatina Papa nîşan da ku Kurdên hatî paşguhkirin hîn jî li ser lingane û ber xwe didin, heta ew dikarin bibin hevalbendê herî xurt ê ewropîyan di Rojhilata Navîn de, û ku modela guncaw ji bo Rojhilata Navîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê Lozan êdî hate şikandin.
Pirsgirêka pûlê bi rastî pirsgirêka Lozanê ye. Pirsgirêka pûlê ewe ku eniya dije-Kurd bi şikestina sîstema Lozanê kûrtir hîs dike. Jiber ku cîhana fikrî ya rojavayî, ku bi salan bi hemî pratîkên xwe li dijî kurdan bûye, bi zelalî dibîne ku ew niha li kêleka kurdan e.
“Dewlata Tirkiyê a dagirker rêberiya enya dije-Kurd, dike”
Dewlata Tirkiyê a dagirker rêberiya enya dije-Kurd, dike. di vê pirsgirêka pûlê de Tirk har û dîn bûne. Ji ber ku ev serfiraziyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê, pêşî li zêdegavîyên Tirkiyê digire. Daxuyaniya perlamanê Ewropa ya HSD-ê wekî hevalbendê xwe dîtin, jî perçeyek ji vê pêvajoyê ye. Iran pir acize ji ber ku ew dizane Iraqa ku ew wekî baxçeyê xwe bikar tîne, dê rasterast ji vê rewşê bi bandor bibe. Wekî din, me hemûyan çêtir dît ku çima Heşda şabî, ku bi Iranê ve girêdayî ye, dixwest seredana papa bi avêtina moşeka ji bo Hewler berî ku Papa were sabote bike. Armanc ew bû ku papa bisekinîne û şikandina pêvajoya sîstema Lozanê hinekî din paşde bixe, lê wisa çênebû. Hewlên Tirkiyê û Iranê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berdewam bikin. Ji ber vê yekê em bi pêvajoyek dijwartir re rû bi rû ne ku pêdivî ye ku em Kurd ji berê pêtir hişyar bîn.
“Tirkiye pergalek dewletê ye ku li ser kevneşopî û nijadperestîya tirk bûnê hatiye damezrandin”
Bi taybetî, Tirkiyê pir dilxwaztir xuya dike ku dijberîya Kurdan bike. Tirkiye di mijara pûlê de qiyamet rakir. Her çend Hin derdor bibêjin Tirkiye dixwaze vê mijara pûlê ji bo kêşeyên xwe ên hindur bikar bîne lê rastî ne welê ye. Komara Tirkiyê li ser tûnekirin û înkara kurdan ava bûye. Di Komara ûnîter a Tirkiyê de pirr rengî tuneye. Tirkiye pergalek dewletê ye ku li ser kevneşopî û nijadperestîya tirk bûnê hatiye damezrandin. Her kesê ku li Tirkiyeyê dijî, di vê pergalê de tirk tê dîtin û qebûl kirin. Bêtehemuliya tirkan a ji Kurda re tenê bi Erdogan re destpênake. Zêhniyeta dewleta Tirk bi xwe faşîzme. Tirkiye ji roja yekem heya îro dijî Kurdan e. Tenê dema ku Tirk hewceyî harîkarîya Kurdan dibin dibêjin “me di 1071 an de li Anadolê bi hev re Bîzans têk bir û li Çanaqaleyê bi hev re şer kir”. Li gorî mejîyê Tirkn Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye.
“Hêrs bûna tirkan ji tirsa wa ne”
Tirkiyê tu carî hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nekirîye. Naha jî, hemî partiyên Tirkiyê ketine nava pêşbaziya ku kî dê bêhtir dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijminatiyê bike. Ew dibêjin ku lazime ew pêwendiyên me berê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çênekirin jî werin hilweşandin. Wan ew qas hatina Papa mezin kirin ku ew wekî lîstikek mezin a emperyalîstan hate nirxandin. heya wekî sefera Xaçparêzî jî tê nîşan dayîn. Ew wekî ku ne ew bin yên ku li Lozanê bi vê cîhana rojava re “dijî-Kurdan” Peyman îmze kirîn û tevdigerin, weke ku ew ne ew bin yên bi salan pesna xwe didin û dibêjin em artêşa 3yemîn a NATO yê ne. Dewleta Tirkiye ji bo hevalbendîya Rojava hate damezrandin. Tirkiyê dijî enya rojhilat zêrevanîyê ji bo enya rojava dike û sedema damezrandina dewleta Tirkiyê jî ewe ku bibe zêrevanê sîstema Rojava. Dûv re ew mecbûr ma ku rastîya başûrê Kurdistanê qebûl bike. Hê jî ev serdemê Tirkiyê bi dawî ne bûye. Wê hê bêtir Tirkiye navê Kurdistanê bibihîze, Tirkiye wê hê pirr cara nexşeya Kurdistanê bibîne. Gotina pêşiyan a Kurdî dibêje “dinya ne bi zorê ye bi dorê ye”, ango “jiyan ne tenê hêze, her tişt xwedan serdemek e”. Ger cîhan bi dorê be jî, êdî dora Kurdan e, ger cîhan bi hêzê be jî, êdî Kurd xwedî hêzin. Ji ber vê yêkê jî êdî Tirkiye mecbûre fêrî navê Kurdistanê, nexşeya Kurdistanê û rengên Kurdistanê bibe. Em Kurd carna dê bêdeng bimînîn, carna dê xwe jûnda vekêşîn û Tirkiyê îdare bikîn. Ev rewşe bi pêdivîbûna siyaset û dîplomasiya navneteweyî ve girêdayî ne. Ev ne bêtaqetî ye. Dema ku pêdtîvî bû, em ê nusxeyên belgeya Lozanê bişewitînin, û her kes wê Kurdistanê qebûl bike. Papa tenê ev rastiye eşkere kir, hêrs bûna tirkan ji tirsa wa ne.