Di sosyal medyayê da hat îdîa kirin ku Ebdulla Ocelan mirîye

Di sosyal medyayê da hat îdîa kirin ku Ebdulla Ocelan mirîye

Gelo raste Ebdulla Ocelan mirîye?

Duh êvarê li sosyal medyayê de hinek peyêcên şexsî û ne dîyar îdîa kir ku Ebdulla Ocelan jîyana xwe ji dest daye. Alîgrên PKKê li sosyal medyayê de li ser vê mijarê gelek rawestiyan û piştre jî îro parêzerên Ebdulla Ocalan serî li dozgeriya Bursa dan û gotin ku gerek em bizanibin ka çi bi Ebdulla Ocalan hatîye.

Lê belê derdorên sîyasî diyarkir ku ev nûçe ne raste. Yê ev nûçe belav kirî alîgrên PKKê bi xwe bûn. Wan ji boy ku ji boy xwe rojevekê çêkin ev nûçe belav kir. Ji ber vê yekê jî çi rastî ji boy vê nûçê nîne. Ji xeynî alîgirên PKKê jî kesek din bawer ji vî nûçe nekir.

Ji ber ku berîya niha jî PKKê heman rêbaz bi kar anîbû. Herî dawî 16ê Cotmeha 2017an dema Kerkûk hatiye dagîrkirin dîsa li sosyal medyayê heman nûçeyê mirina Ebdulla Ocalan hatibû ragihandin. Dema gelê kurd ji boy Kerkûkê çalakî dikirin PKKê mirina Ebdulla Ocalan kir rojev û alîgirên wê ji boy Ocalan çalakî kirin û xwe ji boy Kerkûkê bêdeng kirbûn.  Wê demê dewleta tirk jî heman mesele kir rojev. Piştî mesela Kerkûkê xilas bûy mesela mirina Ebdulla Ocalan jî bi bê dengî qepat bû û kesê behis lê nekir.

Bisporên sîyasî weha di nirxînin ku vê carê jî heman rêbaz dihête bikar anîn. Ji berku PKKe di gelek astengîyan de dijît û dixwazît girseya xwe weha zindî bike, û xwe derxe pêş.

Pustên heman beş