Êvara îro roja duşemî karwanekî hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Babilê li başûrê Iraqê hat armanckirin.
Medyaya Iraqê belav kiriye ragihandiye li ser rêya serekî ya Babilê, li nêzîk bajarê Hîlleyê mayîneke çandî bi karwanekî hevpeymaniya navdewletî teqiyaye.
Herwiha li gor zanyariyan ziyaneke mezin negihiştiye karwanê hevpeymaniyê. Cihê behsê ye ji destpêka sala 2021ê heta niha bi 10an caran hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê şer dikin tên armanckirin.