Ajanê ku bi roj di parlamentoya Sûriyê de li dijî Îsraîlê daxuyanî di da û bi şev agehî ji Îsraîlê re dişandin

Şêwaz û awayê jiyan û karkirina yek ji ajanên girîng ên Mosad a Îsraîlî ku heya niha jî Îsraîl li pey cihê tirba wî digere pir balkêş e, ajanek ku piştî 55 salan ji bi darvekirina wî hêjan jî cihê girîngîpêdana rayedarên Îsraîlê ye û heya niha hewil didin laşê wî vegerînin Îsraîlê. Pêş çend rojan jî Îsraîlê ragihand ku dezgehê îstixbarata Îsraîlê kariye hin seredavan bi dest bixe û cihê tirba Êlî Kohen îfşa bike û wê hewil bidin li van nêzîka cesedê wî vegerînin Îsraîlê.
Êlî Kohen yek ji ajanên Îsraîlê bû ku karîbû di asta bilind a dewleta Sûriyê de cih bigre û hetta karîbû bigehe pileya “şîretkarê bilindê wezîrê bergirya Sûriyê” jî, lê belê ew hat îfşa kirin û piştre hat bidarvekirin. Ew bi yek ji bi nav û dengtirîn ajanên Îsraîlê tê hejmartin di sedsala bîstan de, bi awayekî ku ew karîbû di dema 4 salan de ku li paytexta Sûriyê bicîh bûbû hin agahiyên herî xeter û girîng ji boy Îsraîlê bişîne.
Êlî Kohen (Eli Cohen)yek ji berniyastirîn ajanên dîrokî ye ku li Îsraîlê weke lehengê netewî tê naskirin. Navudengiya wî a mezin pêtir ji boy karê wî ê li Sûriyê di navbera salên 1961an heya 1965an de bû ku têde Kohen karî bi şehrezaîya xwe li Sûriyê heya pileya şîretkarê blind ê wezîrê bergiryê jî bi dest xwe bixe. Tê gotin ku agahiyên ji hêla Kohen ve ji Îsraîlê re hatîn şandin rolek girîng di serkeftina Îsraîlê, di şerê berniyas bi şerê 6 rojî de hebûye.
Gelo Êlî Kohen kîye?
Êlî Kohen li 6î Berfanbara sala 1925an di malbateke Artodoks û Siyonîst de li bajarê Eskenderiyê hate ser dinê, bavê wî ji Heleb a Sûriyê koçî wilatê Misrê kirbû.
Li sala 1947an de dema gor bûna hestên dije Siyonîst di nava Ereban de, dest ji xwandina dibistanê dikşîne û di mala xwe de xwendina xwe berdewam dike.
Di dema damezrandina Îsraîlê de, piraniya malbatên Îsraîlî Misr terikand û berê xwe dan Îsraîlê. Tevî ku di sala 1949an de bav û sê birayên wî ji Misrê koç dikin û diçin Îsraîlê, ew li Misrê dimîne daku şehada xwe a di warê elektirîkê de bi dest bixe û çalakiyên xwe yên ji boy Îsraîlê berdewam bike.
Li sala 1951an de paş derbeya Eskerî, vejînek dije Siyonîst dirust bû û Kohen bi sedema çalakiyên Siyonî tê girtin. Ew di piraniya çalakiyên Îsraîlê li Misrê beşdar bûye lê belê ti belge yek ji çalakiyên wî ji hêla hikûmeta Misrê nehatîne berçavkirin.
Mossad biryar da Kohen li cem xwe bide şuxilandin
Paş pevçûna Soîz, pevçûn di nêvbera Misrê û Yehodiyan gor dibe. Di sala 1956an de Kohen neçar dibe Misrê bi cî bihêle û biçe Îsraîlê.
Li sala 1957an Kohen tevlî îstixbarata leşkirî ya Îsraîlê dibe. Ew ji karê bi wî hatiye dan nerazî bû û biryar da tevlî îstixbarata Îsraîlê a bi navê Mossad bibe; lê belê Mossad ew red kir û ew neçar ma vegere ser karê xwe yê berê. Paş du salan “Mîr Amît” serokê Mossad navê wî di nava lîsteya kesên hatîne redkirin dît, Mossad biryar da Kohen li cem xwe bide şuxilandin. Karê bi wî hatiye dan ketine nava hikûmeta Sûriyê bû. Piştî ku du hefteyan li bin çavdêriyê de bû ew hat damezrandin û hat perwerdekirin. Ew beşdarî dewreyeke perwerdehiya çir a 6 mehî a Mossadê bû û di vî demî de hat îsbat kirin ku Kohen dikare karê xwe pir bi başî encam bide. Di vê demê de nasnameya nû ji boy wî hat dirustkirin, ew weke bazirganekî Sûrî ku ji Erjentînayê vedgere welatê xwe hat nasandin. Ji boy bi rast nîşan dana vê yekê, daku ti kesek gomanê neke ew tê şandin ji boy Erjentînayê.
Li Sûriyê
Li 10ê meha Rêbendan sala 1964an, “Kamil Emîn Sabit” ((navê nû yê Kohen)) suwarî keştîyeke torîstî dibe ku ji bajarê Cînewa ê Italia hereket dike û li Eskenderiyê disekine û digehe bendera “lîman” Beyrotê.
Di keştiyê de, Êlî Kohen “Mecîd Şêx Alarz (Majed Sheikh al-Ard) ku kesek dinya dîtîye nas dike, Mecîd sê salan li Dîmeşqê bi Kohen re dimîne. Ew bi hin zimanên cîhanî di peyivî û bi awayek herî baş zimanê Elmanî dizanî. Ev du kes “Kohen û Mecîd” di Keştiyê de hev du nas dikin û gotûbêjê bi hev re dikin; Kohen ji wî re dibêje ku ez bazirganek mezin im, ez dixwazim li Sûriyê îstismarê bikim, ew hatiye Sûriyê daku bikare xizmeta welatê xwe bike û bizanibe li welatê wî “Sûriyê” wê çewa bikare xizmetekî pêşkêşî gelê xwe bike. Şêx ElErd dibêje Kohen, ew hez dike piştî dabezînê ji keştîyê li Beyrotê bi wî re biçe Dîmeşqê. ElErd, Kohen daxwaz kir ku bi tirombêla wî a nû rêwîtiyê bikin, paş rojekê ji bêhinvedanê li Beyrotê, ev du kes bi hev re berev deriyê sînorî yê di nêvbera Sûriyê û Libnanê çûn.
Êlî Kohen bêyî ku alavên xwe yên kesane bîne û bibe, çû nava Dîmeşqê de
Li gorî belgeyên îstixbarata Emerîkayê, Mecîd Şêx El-Erd ji 1951an heya 1959an ajanek Amerîkî bû. Mecîd Şêx El-Erd ji Kohen re diyar kir ku ew hin kesa nas dike ku dikarin bi çend sed lîreyan ji bo wî çend hezar lîreyên Sûrî bi ewlehî ji sînor derbas bikin. Mecîd Şêx El-Erd 400 lîreyên Sûrî ji Kohen distîne û pêwendiyê bi hevalekî xwe ku cerdevanekî sûrî ye û li dergehê sînor li benda wane dike. Hevalek din ji hevalên ElErd berpirsyarê gumrikê li deriyê sînor bû. Dema ku Kamil Emîn Sabit (Êlî Kohen) li deriyê sînor rûniştibû û qehwe vedixwar, hevalên Mecîd Şêx El-Erd çenteyên ku tê de alavên sîxuriyê hebûn û Kohen ji Îsraîlê bi xwe re anîbûn bar dikirin. Bi vî awa bû ku Êlî Kohen bêyî ku alavên xwe yên kesane bîne û bibe, çû nava Dîmeşqê de.
Kohen karî baweriya hejmarek herî zêde a kesê di nava leşker û Hikûmeta Sûriyê de xwedî bandor bûn bi dest bixe. Di heman demê de, wî agahdarî bi radio, name, û carna jî bi awayê rasterast di gihandin Îsraîlê.
Agahdariyên herî girîng ku ji hêla wî ve hatbûn bi dest xistin ew bûn dema ku ew çûy serdana bilindahiyên Colan û karîbû agahiyên derbara îstixbarata leşkerî ya sûrî li wê deverê bigihîne Îsraîlê. Kohen wisa xwe da diyar kirin ku dixwaze ji boy alîkarî kirina leşkerên li bin çavê rojê pasewaniyê dikin hinek daran ji boy wan biçîne daku sîber li wan leşkeran bide û li bin germaya rojê ezîyetê nebînin û bikarin karê xwe baştir bikin. Ev dar paşê wekî hedefên artêşa Îsraîlê hatin bikar anîn.
Kohen gelek cara serdana başûrê Sûriyê kir û gelek wêne û nîgarên vê herêmê ji rejîma Îsraîlê re amade kirin.
Kohen di nexşeya veşartî ya artêşa Sûriya ji bo avakirina bergirya pir-tebeq eşkere kir
Wî di civata neteweyî ya sûrî de diqêrand û Îsraîl bi hezar tiştên encam day û encam nedayî tawanbar dikir, lê bi şev di mala xwe de wî agahdariyên herî girîng, hesas û pir bikêr ji Îsraîlê re dişandin.
Kohen karîbû di nav endamên bilind yên arteşa sûrî de gelek hevala peyda bike. Hin rapor dibêjin ku wî hevaltiyek mezin bi “Emîn El-Hafiz” re hebû, lê Hafiz vê hevaltiyê înkar dike. Piştî ku Hafiz bû serok komar, Kohen heta ji bo postê wezîrê bergiryê hate berbijar kirin.
Kohen di heman demê de nexşeya veşartî ya artêşa Sûriya ji bo avakirina bergirya pir-tebeq eşkere kir. Artêşa Îsraîlê li bendê bû ku tenê qatek bergiryê hebe, û agahdariya Kohen ji Îsraîlê re pir girîng bû.
Îsraîl her gav Kohen wekî yek ji sîxurên xwe yên herî girîng destnîşan dike. Serokwezîrê berê yê rejîmê Êvî Şakul got îstixbarata ku Kohen bi dest xwe xistibûn bûn sedema serfiraziya Îsraîlê di şerê 1967-an de.
Di sala 1964-an de, Kohen bi dizî vedgere Îsraîlê da ku bikare di dema zarokbûnê de digel jina xwe (jinek Îraqî-Cihû û xuşka nivîskarê Îsraîlê Samî Mîxaîl) be.
Dadgehkirin û darvekirin
Di meha çile ya sala 1965an, hikûmeta sûrî jibo girtina sîxurên paye blind hewildanên xwe zêde kirin. Bi alîkariya hêzên Soviet a berê û alavên wan, xetên radio yê dihatin şopandin. Ev alavên hanê karîn Kohen di dema ku agahdarî ji rejîma Siyonîst re di şandin bişopîne û wî îfşa bike.
Li ser awayê eşkere bûna nasnameya wî û girtina wî gelek vegotin hene. Yek ji van çîroka diyar dike ku sê Efserên îstixbarata sûrî dema ku hate girtin jê re gotin, “lîstik qedîya.”
Piştî dadgeh kirina leşkerî, ew bi sîxuriyê hate tawanbar kirin û bi darvekirinê hate mehkum kirin. Di dema lêpirsîna de, Kohen tu agahdariyên veşartî yên rejîma Siyonîst eşkere nekirin.
Televîv ji bo ku pêşî li darvekirina wî bigre piştgirî da wî û bernameyek cîhanî da destpêkirin. Siyonîstan çend caran ji Hikûmeta Sûrî xwest ku wî darve neke û hetta ji Soviet xwestin ku navbeyinkaryê bikin. Tevî ku gelek kesayetiyên navneteweyî, di nav de Papa Pawl Vi û Hikûmetên Fransa, Belçîka, û Kanada, ji hikûmeta sûrî xwestin ku biryara darvekirina wî hilweşîne lê ew di 3-ê sibê de di 18-ê Gulana 1965-an de, li meydana El-Merca ya Dîmeşqê li ber çavên xelkê hate darve kirin.
Li gorî birayê wî “Mores Kohen” ku ew jî sîxurê Mossad e, di dema darvekirinê de Êlî Kohen kesê sêyemîn bû ku li şûna Serok wezîrê Sûriyê bigre.
Daxwazên malbata Kohen ji boy vegerandina laşê wî ji boy Îsraîlê gelek caran hatine red kirin. Di 2007-an de, Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku ew amadeye ji boy vê yekê navbeynkariyê di navbera Sûriye û rejîma Siyonîst de bike. Di 2008an de, karbidestek di hikûmeta Hafiz El-Esed de ragihand ku hestiyên wî li deverek nediyar hatin veşartin da ku laşê wî ji bo Îsraîlê neyê vegerandin.
Di 2018an de, Mossad ê ragihand ku saeta Kohen bi dest xwe xistiye.
Hûrgilyên vedîtina saeta Êlî Kohen nehatin eşkere kirin, û tenê behsa “operasyona taybetî ya Mossad” hate kirin. Lêbelê, serokê Mossad got ku ev saet heya roja ku Êlî Kohen hatiye girtin di destê wî de bû.