Li Başûrê Kurdistanê 6 Gerîla hatin hedef kirin
Şeş çekdarên din yên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşeka artêşa Tirkiyê, her şeş çekdar hatin hedef kirin û can daye.
Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê îro roja pêncşemiyê 25/3/2021an daxuyanî da û eşkere kir, di êrîşeke bejahî de ku artêşa Tirkiyê encam dayî ye, 6 çekdarên rêxistina PKKê li navçeyên operasyona penca piling hatine hedef kirin.
Li gorî daxuyaniya Tirkiyê, her 6 Gerîlayan can dayî ye, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê dîmenên êrîşê li hesaba xwe ya Twitter ê parvekirine, lê belê eşkere nekir kanê ev êrîş li tu demekê pêkhatîye.
Rêxistina PKKê tu agahî li derbara êrîşê û ji dest dayîna Gerîlayên xwe parvenekirine.