PKKê evcare bi zimanê Erebî biryara şerkirinê da

PKKê evcare bi zimanê Erebî biryara şerkirinê da

Weke hercar PKKê bi darê zorê û bi komkirina hin kesan li ser navê gelê Şengalê daxuyaniyek weşand û di vê daxuyaniyê de jî weke hercar bi hinceta şerkirina li dijî PDKê, gef li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê xwarin.

PKKê bi kom kirina hin kesan helwesta xweya derbarê biryarên Hikûmeta Îraqê derbara derketina çekdarên PKKê li Şengalê de eşkere kir. PKKê li ser navê gelê Şengalê ragihand, hikûmeta Kazimî li ser wan ferz dike, “YBŞ û asayîşa êzîdxanê” ku ser bi PKKê ve ne şengalê terk bikin. Li beramber van biryarên Hikûmeta Îraqê ku di çarçoveya lihevhatina Bexda-Hewlêrê de hatîne derkirin, PKKê gefa şerkirinê li dijî Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a Îraqê kir û ragihand bi ti awa ew bi lihevhatina di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê razî nabin.

Her weha PKKê di vê daxuyaniyê de ku li ser navê gelê Şengalê bi yek ji alîgrên xwe daye gotin ragihand, me heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikûmeta Îraqê jî daxwaz dikin, serî li rêya şer nexe. Em ji tehdîdên wan natirsin. Lê eger ew di şer de israr bikin, emê jî li ber xwe bidin. Bi vê yekê bi awayek rasterast PKKê dijatiya xwe ji boy lihevhatina Hewlêr-Bexdayê nîşan da.

PKKê weke her car ragihand, ev biryarên hikûmeta federal a Îraqê li ser daxwaza PDKê û Tirkiyê hatine dayîn, bi vê yekê PKKe bi tenê dixwaze rewatiyê bide hebûna xwe a di Şengalê de daku rê li ber êrîşa Tirkiyê ji boy dagîrkirina şengalê xweş bike, weke çewa ev kar li navçeyên din ên weke navçeyên sînorî yên Bakur-Başûr ê kurdistanê û çiyayê Heftenînê ji boy Tirkiyê pêk anî û ew der hemû xistiye bin desthilatdariya Tirkiyê de.

Di vê daxuyaniyê de ku yek ji alîgirên PKKê ên li şengalê bi navê Rîham Hiço xwand, PKKê gefên raste rast li Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û xweya kir bi ti awa li Şengalê dernakeve, ev yek jî ji aliyê bisporên siyasî weke hilkirina çira kesk ji bo êrîşa dewleta dagirker a Tirkiyê ji boy ser Şengalê tê şîrovekirin.

Hêjayî gotinê ye li 9î Tişrîna yekê a sala 2020an lihevhatinek di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de derbara asayî kirina rewşa Şengalê û vegerîna Şengalîyên di nava kampan de ji boy Şengalê û derketina hemû hêzên Milîs û ne yasayî di nava Şengalê de hatibû îmzekirin, lê ji wê rojê heya niha Heşda Şebî û Heşda Apoyî “PKKe” bi hemû awayekî dijatiya vê lihevhatinê dikin.

Pustên heman beş