Berpirsê gomirka rêxistina PKKê li gel 3 çekdarên din yên rêxistinê ketin ber roketeka balefirên Tirkiyê û tu yêk ji wan xelas nebû.
Ajansa Anadolu yê a Tirkiyê belav kir, Omer Aydin ku berpirsê gomrikê yê PKKê ye, di êrşeke asmanîya balefirên Tirkiyê de li Qendîlê hatîye hedef kirin û can dayî ye.
Gerîlayê ku hatîye hedef kirin, bi navê Omer Aydin û kod navê Rênas Aydne, berpirsê gomrikê yê PKKê bûye, ev kadiroyê PKKê li gorî ajansa Anadolu ê xwedî pêgeheke girîng bûye di nav PKKê de, heyameke dirêje di bin çavdêriya Mît ê de bû.
Hêjay gotinê ye, êrîşa ku Rênas Aydin têde hatîye hedef girtin, li roja 2ê şibata îsalê li devera Qendîlê hatîye encam dayîn.
Rênas Aydin li sala 1987an ji dayîk bûye, ew li sala 1999an tevlî PKKê bûye.
PKKê aşkere kirbû ku di encama wê êrîşê de, her yêk ji Gerîlayên wan Îsmaîl Kaya, Egît raperîn, Mazlûm Efrîn jiyana xwe ji dest dane.