Meha adara îsalê ji bo şêniyên Efrînê pir bi êş bû, herî kêm di vê mehê de, 44 sivîl ji hêla komên çekdarên girêday Tirkiyê hatine revandin.
Binpêkirin û revandinên sivîlan li Efrînê ku ji dema hatiye dagirkirin ve berdewam dikin, li gorî rapora dawî ya Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Rojavayê Kurdistanê, di meha Adarê de 44 sivîl li Efrînê ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatine revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan bal kişandiye ser bêdengiya civaka navdewletî li hemberî girtin, dizî, talan û kuştinên li Efrînê û ragihandiye ku ji derstpêka sala 2021an ve 201 sivîl hatine revandin û dibe hejmar hîn zêdetir be jî.
Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan heta niha 7 hezar û 825 kes li herêma Efrînê hatine revandin, hezar û 120 kes îşkence li wan hatiye kirin, 145 kes hatine kuştin û di teqîn û êrîşan de jî 2 hezar û 390 kesan can daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku doh 30yê Adarê jî jineke 80 salî hatiye girtin û heta niha 2 hezar darên zeytûnê jî hatine dizîn û talankirin.