Fûad Ibrahîm, ku berî çar sala ji hêla asayîşa PYD ê ve hatibû revandin, li ku ye?

Fûad Ibrahîm, ku berî çar sala ji hêla asayîşa PYD ê ve hatibû revandin, li ku ye?

Êndamê  ENKS ê  Fûad Ibrahîm ku li Dêrikê dijîya, berî çar salan, di 24 ê Adara 2017 an de, ji hêla hêzên asayîşa giştî ya PYD ve hate desteser kirin, Ji wê rojê ve, malbata wî ji wî tu agahî negirtîne. Di çaremîn sala revandina wî de, jin, zarok û dayika wî banga azadkirina lawê xwe Fûad Ibrahîm kir.

Fuat Ibrahîm ji bajarokê Dêrikê gundê Şekirxaç bû, dema ku hatî revandin temenê wî 46 salî bû . welatparêzekî ciwan ê Kurd e û xwedî 8 zarok bû. Debara jîyana xwe bi cotkariyê dikir. Çar sal berê, di 24 ê Adarê de, ew di navbera gundên Mameşur û Şekirxaç de ji seyarê hate derxistin û birin. Ji wê rojê pê ve tu xeber jê nayên bihîstin. Lêbelê, bûyerek kiryarê wê nedîyar nîne ji ber ku ji hêla hêzên ewlehiyê yên girêdayî PYD ve tê zanîn. Ji ber ku piştre hêzên PYD dema ku ew hat revandin mifta erebeyê radestî malbatê kirin.

Fûad Ibrahîm çima hate revandin?

Malbata Fûad Ibrahîm, gund û heta gundê nêzîkê wan jî dilsozên têkoşîna Barzanî bûn. Hê di salên 1960 an de, malbata wî dilsozê KDP ê bû. Fuat Ibrahîm di temenek ciwantir de bi rengek çalak beşdarî têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd dibe. Ew gelek caran ji hêla rêjîmê ve hatiye binçav kirin. Dema ku bûyerên li Sûriyê di 2010 de dest pê kirin, Fuat Ibrahîm pirr çalaktir xebatê dike. Ew endamê ENKS ê ye û heya desteya giştî jî erkdar dibe. Dema ku Desteya Bilind a Kurd hate damezrandin, ew wekî endamê meclîsê hate hilbijartin. Ew ji ber xebata xwe gelek caran ji hêla PYD ve hate binçav kirin. Berî ku bê revandin dîsa 5 meh hate binçav kirin. Di vê binçavkirinê de Çirîya 2016, eşkenceyek giran li wî hate kirin û dema ku hat berdan 10 rojan li nexweşxaneyê ma. Asayîşa PYD ê jêre gotin: “ev hişyariya dawîn e, carek din em ê mafê jiyanê nedin te” gefa kuştinê li wî hate kirin.

Gefên asayîşa PYD li Fûad Ibrahîm kirî cîbicî bûn û piştî hatî girtin heya nûke çi agahî jê nayên girtin.

Jina Ibrahîm dema ku qala bûyerê dike wiha dibêje: “Fûad bi komek gundiyên me re çû sersaxiyê. Gava ew dereng may û nehatî, min gazî gundiyan kir, wan got ku em di saet 4 an de vegeriyan û me paşê ew nedît. Gundiyên ji bajêr gotin ku otomobîla Fûad li derveyî gund sekinîbû. Em çûn, tu kes tunebû, pey re APO  î (asayîşa PYD) hatin. Wan kilîta seyarê da me, me got Fûad li ku ye, wan got “pirsan ji me nekin” û çûn. Me ji wê rojê ve serî li her deverê da, lê em nikarin derbarê wî de tiştekê guhlêbîn”.

Dayika Ibrahîm ev tişt ji kurê xwe re got: “Zarok kezeb e, mêlaka min dişewite, cegera min winda dike, 8 zarokên Fuat hene, hemî jî bê çav man. Zarokê wî ya mezin keça wî ye ku diçe pola dawî yê. Dê kî van zarokan xwedî bike? Ez nikarim bêjim bes e, lê bila wî an mirî an jî zindî bidin me.”

Revandina Fûad Ibrahîm ne kiryara PYD ê ya yekem e. Gelek kesayetî û çalakvanên siyasî yên ku hatine revandin hene. Ev hemî alîgirên partiyên derveyî xeta PKK ê ne. Raya giştî hate tirsandin ku avahiyên siyasî yên derveyî xeta PKK ê tasfiye biken. Xanî ji hêla kesên nenas ve hatin şewitandin, pencere hatin şikandin, mirov hatin derb kirin. zextek aborî li ser mirovan hate ferz kirin. Kirîn-firotin ji bilî endamên PYD ê û pêşxistina têkiliyên bazirganî nehatin pejirandin. Em dikarin bêjin ku taktîka PKK ê li Rojava dide meşandin “kesên ne PKK yî bi zorê bidin koçber kirin û herêmê mehkûm yek partîyê ango PKK ê bikin.

Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên bi ser PKK ê ve weke asayîşê dixebitin û destwerdanê li hemû kara dikin. Mirovan digirin û tehdît dikin. Heya car bi car, ew bi kincên leşkerên Rejîmê digerin û mirovan îşkence dikin. Ji ber vê sedemê gelek kes neçar man ku ji Rojava derkevin. Yên ku derneketin neçar man ku di nav xwe de bijîn, hema hema mîna civakek biçûk, û di bin tecrîdek tûnd de. Em ji kiryarê bûyerê re dibêjin asayişa PYD, lê di rastiyê de ya ku ew ji xwe re dibêjin hêzên Asayîşa Bakurê Sûriyê. Em dizanin ku ew hêzek bi ser PKK e ve ne.

Mixabin, di modela Konfederalîzma demokratîk de, ya ku PKK dibêje ku hemî kes dikarin bi hev re bijîn, tenê bi kesên di bin seywana PKK de derfeta jiyanê hat dayîn. Erebên ku li gel DAÎŞ ê, Suryanî û gelên din dikarin li Rojava bijîn, lê belê Kurdên ne Apoçî nikarin li rojava bijîn.

Keça 7 salî ya Fûad ji kamerayan re got, “Gava bavê min li malê bû, ew ê biçûya bajêr û ji me re xwarin û cilûberg anîn, ez ê pir kêfxweş bibim ger bavê xwe bibînim, êdî kes tiştekî ji me re nayîne, ez dixwazim bavê min bê serbest berdan, ez dixwazim dîsa şa bim.” Lêbelê, Fûad kesek ne çekdar bû, zirarek neda tu kesê, tenê siyaseta PYD rexne dikir, lê PYDê mafê jiyan kirinê neda wî.

Gava ku dewlet tawanbarekî Kurd eşkere dike, hemî Kurd radibin ser pîyan, lê Kurdek 50 salî ji hêla asayişa PYD ve tê revandin û ev yek wekî rewşek normal û xwezayî tête hesibandin. Li ser revandin û bûyerên kujerên wan ne dîyar li Tirkiye, dayikên kesên winda destpêşxeriyek bi navê “dayikên şemîyê” destpêkirin û gelek salan berdewam kir. Wisa dixuye ku dê di demek nêz de Kurd neçar bimînin çalakiyek wisa ji bo Kurdên ku ji hêla rejîma PYD ve hatîn revandin ji ber kiryarên nediyar organîze bikin. PYD berpirsyare ji jiyana kesên ku hatîn revandin û windakirin. Ew kesên ji ber vê bûyera Fûad Ibrahîm bê deng dimînin şirîkê van kiryarên nebaş in û pêwîste bersivê bidin keça temen 7 salî “ka dê bavê wê Fûad Ibrahîm kengê vegere malê û jêra yarîka bîne

Pustên heman beş