Kurdno nav pêvajoye, navarok tunebûna kurdan e!!!

Kurdno nav pêvajoye, navarok tunebûna kurdan e!!!

Bûbê Eser

Ji roja PKK derketiye û heta niha em ew kesên ne li gel PKK ne û bûn, ez jî di navde. Me bê westan her ew rexne dikirin. 40-50 sal in ku PKK karê tunebûna kurdan dikir û dike. Em jî tenha bûne temaşevanên wê. Ji bilî vê tu tiştekî me li holê tune ye.

Rêya dagirkeran ji PKK re danîbûn diyar e. Eşkere ye ku karê  dagirkeran dabûn pêşiya wê baş bi rêve dibir,biriye û dibe. Hemî hewldanên wê ew bû ku kurdan bikin tirk. Kemalîzmê bi wan şêrîn bike. Kurdan ji kurdbûnê dûr bixin. Norm û pêvanên Kurdistanî bi kurdan re nehêle.

PKK di vê xete xwe de bi serket. Tiştên ku dagirkeran dixwestin pêk bînin, îro  ne hemî jî bin, em dibînin ku  wana yek bi yek di vê dema me de, di jiyana civata kurdan ya îro de, bê ku kes zêde li dij derkevin, cihê xwe dibîne û dîtiye.

Rawestandina şerê kurdkujiyê her çiqasî ne bi dilê PKK û dagirkeran bû. Lê ji ber zixtên derve ku li tirkan dihat kirin, tirk jî mecbûr man ku wê PKK ya ku wan damezirandibûn, hilweşînin. Lê ew jî dîsa li ser devê Evdila pêk anîn.

Em ew kesên ne bi bîr û bawriya PKK re bûn, dîsa rexne dikin. Gotinên xwe dibêjin. Piraniya me jî dizanin ku wê piştî hilweşandina PKK dewletê cihê wan vala nehêle. Loma dipirsim ku gelo em ji bona planake nû amade ne?

Dewletê û Evdila berî ku PKK hilweşîne plana nû ya bi temamî têkbirina kurdan bi hevre destnîşan kirine. Helbet em pê nizanin ku ew plan çi ye? Lê tê zanîn ku plan, tunebûna kurdan ango kedîkirina kurdan e ku ji ruhiyeta wan ango ji kurdbûnê dûr bixin.

Em dîsa ew kesên ne PKKeyî ne, her roj vê helwesta PKK rexne dikin. Helbet ev heqê me ye. Lê em fêm nakin ku her rexneyeke me dibe propaganda PKK bi xwe. Ji ber ku PKK piraniya civata kurdên bakurê Kurdistanê ya piştî sala 1980 bi xwe mezin kirine û li gor projeya îro ew perwerde kirine.

Heger ne weha ba, wê dengek ji dayikên zarokên xwe kiribûn cangorî derketa. Kurdê bedelên mezin dabûn, wê hesab bipirsiyana. Yên mal û milkên xwe ji bona qaşo şoreşa Kurdistanê li ser kiribûn, wê bi wêrekî derketana û hesabê zarok, mal û milkên xwe bipirsiyana. Em dibînin ev ne weha ye û ev weha nebû. Ji dêlva wê piranê ji vê re li çepikan didin.

Herkes ji rawestandina şerê tunebûna kurdan kêfxweş in. Ji bona hê bêtir zarokên wan nebin cangorî, xaniyên wan bi ser wan de nehedime. Dibêjin: ”Yên çûn ji kîsa dê û bavê xwe de, di ber hîçekê de çûn. Qe nebe bila yên mayî bimînin”.

Lê em yên ne PKK yîne, me hê jî ev fêm nekirine. Di warê rêxistinî de em qels û lawaz in. Îmkanên tu rêxistineke tuneye ku kadroyên profesyonel derxin da ku ew di nava miletê xwe de vê projeya nû ya PKK bi wan bide zanîn.

Ji bona pêşî li vê hemleya dawî ya PKK û dewletê bê girtin, tenha rêyeke heye. Ev rê jî ev e ku em hemî kurdên ji xwe re dibêjin welatparêz, demokrat û şoreşgerin, hêz û qawetên xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek.

Heta ku em vê pêk neynin tu maneye rexneyên me ya ku em li PKK dikin tune ne. Eksê wê ew ji bona wan dibe propaganda ku bi salane ev hatiye tecrûbe kirin.Dagirkerên ku PKK bi destên xwe damezrandibûn, dê tu caran şûna wê vala nehêlin. Firseteke baş ya ku kurdan tune bikin bi dest xistine. Ma wê çawa dev ji vê berdin?

Heger partiyên me yên kurdistanî vê yekê ji niha de nebînin, divê bizanibin ku ev dawî anîna kurdên bakurê kurdistanê ye. Niha dagirkerên me û PKK bi hevre hamleya xwe ya dawî dilîzin.

Loma dibêjim: Pêwîste em kurdên ne PKK yîne jî hemla xwe ya talî ji bona yekîtiya kurdên bakurê Kurdistanê bi kar bînin. Sîwaneke neteweyî vekin da ku kurdên ne PKKyine di bin wê de bi cih bikin. Bikin da ku bi yek hêz û qawetê em li dij vê lîstika PKK û dewletê ya nû derkevin.Ya em ê bi hevre vê lîstika nû têk bibin. Ya jî em ê bi xwe têk herin. ÊDÎ HÛN DIZANIN…