Ji xwîna cangorîyan bo demokrasîya vala!!

Xwina-Cangoria-bo demokrasiya vala-Net
  • Simko Ebdulezîz

Ji bo ku rewatî bo her tevgereke rizgariyê bimîne, zihnyeteke têkoşînê û şiyana pêkanîna paşerojê pêwîste. Dema ku bîrdank tê hilweşandin û paşeroj bi teoriyên tevlîhev yên bêy garantî û bêy pirensîbên qanûnî û nasnameyî tê guhertin, hingê tiştek namîne.

Pirojeya herî dawî ya ku Abdullah Ocalan weşandiye, derbirînê ji gotina fîlosofê cîhanî “Theodor W. Adorno” dike, wexta dibêje: “Xiyaneta felsefî bi qurbanîdanê”.

“Xiyaneta felsefî bi qurbanîdanê” tê vê wateyê dema ku pirensîp ji amûrên berxwedanê vedguherin amûrên rewakirina desthilatdariyê û ji xwînrijandinê vedguherin gotarên razber, li wê demê jî tiştek di dûrhêlê de namîne.

Ji qurbanîkirinê heta wêrankirinê, her tişt ber bi ku derê çû???

Dema ku Partiya Karkeran xwe hilweşandî û betalkirina çalakiyên xwe yên çekdarî ragihandî, çi peymanên yasayî bi vê hengavê ve nehatin girêdan, heta ku çi belgeyek ji bo parastina bi hezaran cangorîyan yan garantiya komê nebûn. Çi ji bo wan yên hatine “darvekirin, girtin, yan şewtandina gundan û koçberkirina şêniyên wan”.

 Ev hemû nirx bêy beranber hatine radestkirin, her weke ku “şoreş û têkoşîna” ku ji destpêkê ve hatiye encam dayîn, şaşiyek bêexlaqî bû!!.

Ev yêk li vêre bi hişa felsefî tê navkirin, li gorî gotinên fîlosofê cîhanî “Paul Ricoeur” dema ku ew dibêje: “Demê rabûrî bêy dadwerî tê jinavbirin û nifşê nû bi bê wate tê dizîn”.

Dema ku pirisgirêka neteweyekê di nav dewletekê de ku ji destpêkê ve wê înkar dike, bo konfederasyoneka demokratîk di nav dewletê de tê kurtkirin, ev yek dê ji bo kesên ku jiyana xwe ji boy serxwebûna Kurdistanê feda kirine çi wateyê bide?

Gelo ma demokrasî ji boy teslîmbûnê nebûye maske??

Tiştê herî xeternak ewe ku pirojeya aştiyê bi kirasê demokrasîya gelan hatiye dapûşîn.

Ev demokrasye ji aliyê Ocalan ve wekî demokrasiyeke bê nasnameya neteweyî, bê naskirina destûrî û bê zimanekî siyasî yê zelal tê berçavkirin.

Fîlosofê cîhanî “Jacques Derrida” dibîne ku demokrasî li ser bingeha naskirina hevbeş hatiye avakirin û dûv re bo pîvanek dûrhêlî tê guherandin ku tê de nasname tê hilweşandin û di encamê de dikeve berjewendîya wî aliyê helwesta wî serdest be.

Tiştê ku Ocalan pêşniyar dike ewe ku Kurdan wekî civatek çandî di nav dewleta navendî ya Tirkiyeyê de têkel bike. Di evê pêşniyarê de çi naskirineke yasayî ya ziman, ax û mafê wan yê dyarkirina çarenûsê nagre nav xwe, lê tenê wekî beşek ji gelê Tirk bi hevkêşeyeke nenas.

Ev nabe demokrasî, lêbelê dibe hilweşandina têkoşînê li jêr desthlateke desthilatdar.

Gelo ma ev piroje ne yê hilweşandina PKKê ye bêy beranber e???

Dema Ocalan biryar da ku partiya xwe ya çekdar hilweşîne, ew ne bi mercê naskirina neteweya Kurd bû ji aliyê dewleta Tirk ve, yan bi mercê berdana girtiyên siyasî, û heta ne bi merca guhertineka biçûk a destûrî ve jî bû.

Çi peymaneke siyasî nîne ku tiştek li ser were avakirin, lê em dikarin bibêjin ku ew destpêşxeriyeka exlaqî ya takekesî ye.

Fîlosofa cîhanî “Hannah Arendt” gotiye: “Siyasetek bê peyman nabe. Her kesê ku bê peyman desthlata xwe radest bike, aliyê zordar xurt dike”.

Li gorî vê têgehê pirojeya Ocalan nabe hebûneke siyasî, lê dibe teslîmiyeteka bi dilxwazî û azad bo dewletê. Dewletê tiştek nedaye Kurdan, lê her tim dibêje: “Yek dewlet, yek al, yek ziman, yek ax û yek netewe”.

Ango, dewletê ji bo mafên Kurdan tiştek diyar nekir, lê Kurdan hemû desthilata xwe bêy beranber radest kir.

Gelo ma pirsgrêka Kurd bi rîya destdirêjîya exlaqî nehat pakkirin???

Dibe alîgrên Ocalan bibêjin ku ew ji neteweperestiyê derbas bûye û ew ber bi gilobalîzasyona mirovahiyê ve diçe.

Lê belê nabe derbaskirina neteweperstiyê li ser hesaba mafên Kurdan be. Nabe înternasyonalîzim li ser pirsgrêka neteweyekê ku hêjan çareser nebûye were avakirin.

Fîlosofê cîhanê “Emmanuel Levinas” hişyarî da me ku em li dijî vê mirovahîya razber rawestin dema ku got: “’Edalet bi naskirina êşa cîranan dest pê dike, ne bi rûmeta giştî ya mirovahiyê”.

Wate:

Kanê naskirina êş û azarên gelê Kurd?

Behra wan di edaleta dîrokî de çiye?

Li gorî qanûnên navneteweyî, kanê mafê Kurdan yê dyarkirina çarenûsa xwe?

Ew tiştê ku diqewme nabe peymaneke aştiyê û bidawîhatina hevrikiyê, lêbelê bi nêrîneka felsefî dibe mirina doza Kurdî di Tirkiyeyê de û bi hilweşandina sê stûnên sereke (partî, têkoşîn, nasnameya neteweyî).

Pustên heman beş