PKKe û YPGê 134 çekdar di meha bûrî da ji dest dane

PKKe û YPGê 134 çekdar di meha bûrî da ji dest dane

Rêxistina PKKê û balê wê yê Rojava Kurdistanê YPGê, di meha adara îsalê de, 134 çekdar ji dest dane.

Li gorî ajansa Anadoloyê ya dewleta Tirkiyê, di meha adara îsalê de, 134 çekdarên PKKê û Şervanên YPGê, di êrîşên artêşa Tirkiyê de, li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatine hedef kirin.

Her wiha dest nîşan kir, di meha rabûrî de, 222 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi cînayeta endambûna PKKê hatine desteser kirin.

Li gorî amara ku Tirkiyê belav kirîye, her di meha adarê de, 39 Gerîlayên PKKê bi rêya îqna kirinê teslîm bûne.

Rêxistina PKKê tu agahî li derbara vê amara û ji dest dayîna van çekdarên xwe belav nekirine.

Pustên heman beş